Nauert: Em piştgirê danûstandinên avaker ên Hewlêr û Bexdayê ne

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê ragihand, ew dixwazin Bexda û Hewlêr hevdîtinên avaker bikin.

Nauertê di civîna rojnamevanî ya li Koşka Spî bersiv da pirsên rojnamevanan.

Heather Nauertê li ser pirsa peyamnêrê K24ê ya derbarê serdana Serok Mesûd Barzanî bo Bexdayê ev bersiv da:

“Li gor zanyarên min, rola me di wan guftûgoyan de (Hewlêr-Bexda) nebû, lê her dem Amerîka dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi berdewamî bicivin û guftûgoyê bikin. Em ji wan daxwaz dikin guftûgoyên avaker bikin.”

Li ser hinardekirina petrola Kerkûkê jî Nauertê got, “Di baweriya me de, Iraq dikare bibe yarîzaneke girîngtir di bazara petrola cîhanê de û em jî çaverêyî vê yekê dikin. Derbarê data û astê hinaredekirinê de, ew bi me ve ne girêdayî ye, dikarin wê pirsê ji Hikûmeta Iraqê bikin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin