Rêxistina Çavê Deryayê ya Almanya ku karê wê, rizgarkirina xelkê ji deryayê ye, ragihand ku îro navê Alan Kurdî li keştiyeke rizgarkirina koçberan ya Almanî kirin, û armanca wan ew e ku balê bikşînin ser sedan kesên ku rojane di deryayê de dixeniqin.
Di Îlona sala 2015an de Alan Kurdî ligel dayik û biryarek xwe dema ku xwestin biçin Ewropayê xeniqî û cenazeyê wî li peravên Bodrûmê yên Tirkiyê li seranserê cîhanê deng veda.