Piştî rêkeftina karsazê Kurd Hamdî Ulukaya û Desteya Rêveber a Fenerbahçeyê, wê navê Stadyûma Fenerbahçeyê bibe Kobanî.
Rêveberiya Feberbahçeyê bi şirketa mast Chobanî (Kobanî) ya ku xwediyê wê karsazê navdar ê Kurd Hamdî Ulukaya ye, rêkeft.
Kobanî ji bo mafên navên stadyûmê dê di nava 5 salan de 100 milyon Euro bide.
Li gorî hat ragihandin, rêveberiya Fenerbahçeyê bi 1,5 mîlyar TL dahata ku dê ji firotina hîseyan û zêdekirina sermayê bi dest bixe, xwe amade dike ku di demsala pêş de tîmeke xeyalan ava bike.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku kluba Yellow-Navy Blue bi şiketa mast Chobani (Kobanî) ya Amerîkî ku xwediyê wê karsazê navdar ê Kurd Hamdî Ulukaya ye, bi 100 mîlyon Euroyî peymanek sponsorgeriyê îmze kir.
Rêveberiya Fenerbahçeyê ji bo mafên navên stadyûmê bi Chobanî re di prensîbê de li hev kir.