Navên nûnerên Rojava yên ji bo bicihkirina peymana 10ê Adarê diyar bûn

.

Ji bo bicîhkirina peymana 10ê Adarê ya di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên Hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Hisîçayê civiyan.

Her wiha navên nûnerên ku dê li Şamê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bikin jî eşkere bûn.

10ê Adara 2025an li Şama paytexta Sûriyeyê di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de peymaneke ku ji 8 xalen pêk tên hatibû îmzekirin.

Îro şandeyeke birêvebiya nû ya Şamê çû bajarê Hisîçayê (Hesekê) û bi fermandariya HSDyê re civiya.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya HSDyê Rohilat Efrîn li Hisîçayê pêşwaziya Serokê Komîteya Hikûmetê Husên Selame yê ku ji bo temamkirina peymana 10ê Adarê hatibû wezîfedarkirin û endamê komîteyê Mihemed Qenatirî kirin.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de bicihkirina xalên peymanê, kêmkirina aloziyan, rawestandina şer û pevçûnên li Sûriyeyê parastina Bendeva Tişrînê ji êrişên leşkerî hatine gotûbêjkirin.

Navên nûneran

Li aliyê din navên nûnerên ku dê li Şamê nûnertiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin jî eşkere bûn.

Li gorî daxuyaniya HSDyê navên nûneran wiha ne: Fewza Yûsif, Abid Hamid Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî, û berdevkên komîteyê jî Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman in.

Peymana 10ê Adarê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 1 peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê îmze kiribû.

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji boksorê Kurd Agid Kabayel re ragihand
PDK û YNK: Gavên erênî û pêşketinên baş hene
Serok Barzanî sersal û cejna Kurdên Êzidî pîroz kir
866 koçberên Iraqî ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve hatin şandin
Şanda Brîtanî-Ewropî piştî Başûr serdana Rojavayê Kurdistanê kir