Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq 22ê Rêbendanê, salvegera serkevtina şoreşa 1357an a Rojî, daxuyaniyek belav kir û daye zanîn: “Piştî derbasbûna pitir ji sedeyekê ji dîkatoriya li Îranê, xebata netewa Kurd bo rizgariyê bihêztir bûye.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê xebatkar û serhildêr ên Kurdistanê!
Netewên bindest ên Îranê û hevnîştimaniyên nîştimanperwer!
Şoreşa Rêbendana 1357an a Rojî, serhildana êş û jan û xwenîşandanên kombûyî yên xelkê Îranê li dijî dîktatoriya Paşayetî û berdewamiya pêvajoya tekoşîna ji bo bidestxistina azadî, mafxwazî, demokrasî û azadbûn ji destê dîktatoriyê bû.
Ezmûnên dîrokî yên nîv sedeya dîktatoriya Paşayetiya Pehlewî bi avakirina dewlet-neteweya Îranê di çarçoveya “tirsa tewav a cîhana rojhilat" de ku li ser bingeha înkarkirina hebûn û reşkirina îradeya neteweyên neFars û hevdem digel vê yekê, jiholêrakirina fizîkî ya wan, bi awayekî lojîkî li ser bingeha komkirina hêzê di hemû warên siyasî û aborî de, bi avakirina tenêhizbiya hikûmetî û di heman demê de bi zordariya leşkerî ya li dijî “yên din”, ji bilî berhemanîna çerxa tundûtîjî û înkar û redkirina bi hemû şêwazekî ya nasnameya netewên din û tevgerên azadîxwazî, destkevtek din nebû û civatgeh ji her cure derfetek ji bo çalakiyên siyasî bêpar kiribû. Lê bi berdewamiya vê dîtingehê, ji aliyekî ve paradoksên gotarî yên nasiyonalîzma tevawxwaziya Îranê ku hevdem daxwazên olî û ustûreyî di serê wan de hebû, ji aliyê dinê ve jî, berxwedana neteweyan bi serkuta hikûmetî, dabeşbûna qatan û cudatîdanînan re rû bi rû bû û dawî bi jiyana siyasî ya dîktatoriyê anî.
Kurdistana ku ezmûna dîrokiya siyasî ya berî û piştî destpêka deshilata Pehlewî hebû û bi damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, kombîreweriya mijara Kurdistanê hem wek teorî û hem jî di pratîkê de pêşxistibû, hertim di pêvajoya serkut û berxwedaniyê de wek diyardeyekî nexûya li ser pêkhateya nîzama nû ya berhemhatiya Komara Îslamî maye û ti carî ji çerxa têkoşîna nasnamexwaziyê nesekinî.
Ev taybetmendiye ji dîroka civakî-siyasî ku hatiye wergirtin sedema beşdariya bi bandor a Kurdistanê di şoreşa 1357an de bû, ji ber vê yekê di demeke pir kin de piraniya civaka Kurdistanê dîsan di bin çavdêriya hizbên siyasî yên Kurd de hatine birêxistinkirin û di qada giştî de rolek girîng lîstin. Karayiya jîn-siyaseta Kurdistanê û pêkhateya çandî ya xebata siyasî, zêdeyî û demokrasîxwazî, taybetmendiyek girîng a civatgeha Kurdistanê bû ku ji wê serdema dîrokî ve heta niha herwisa di qadê de maye.
Li nebûna ezmûnên hevşêwe û mîna hev û li şert û mercên lawazî û paşketina modernîzmê di kultûra siyasî û civakî ya civatgehê de û serdestiya kevneşopiya olî, şoreşa 1357an a Rojî, ku ji hundirê derza nasnameya neteweyî, çînayetî, regezî û ...hwd de derkevte holê, ji aliyê gotara olî ve ku di berdewamiya dîrokê de bixwe li dijî modernîzmê bû, şiya bi piştgirêdan bi ol û adet û ji rêya xapandin û çewtekariyan ve siwarê pêlên serhildanê bibe û dest bi ser hereketa dijî dîktatoriyê de bigire.
Xeyal û têgihîştina direwîn a dadweriya civakî û siyasî ji aliyê damezraweyên hikûmetên olî ve û nîşandana xebata dijî modernîzmê û pêşkevtina mirovan wekî tekoşîna bi emperyalîzmê re şêwazeke xapandinê (di nebûna hişyariya siyasî ya giştî de) bû, heta ku di destpêkê de hin ji meşên ne-olî û dije-ol di yek eniyê de kom kir. Lê di demekê de ew paradoksa navxweyî ya hikûmeta olî û alîgirên şoreşa Îslamê her ji destpêka şoreşê ve di qada siyasî ya Kurdistanê de eşkere bû, û gelê Kurd bi dijayetîkirina eşkere û baykotkirina refrandima “erê yan na bo Komara Îslamî”, destpêka serdemeke nû ji stemkariyê di çarçêveya sitemkariya olî de ragihand. Ev guhertina rejîma dîktatorî di naverok û formê de, ji bilî cudahiyan, xalên hevbeşiyên wan jî hebûn. Zimanê Farsî û înkarkirina zimanên din ên kevnar, ku ji stûnên bingehîn ên dewlet_neteweya Îranê di serdema dîktatoriya paşayetiyê de bûn, ku dîktatoriya nû ya olî ya Komara Îslamî, sîstema Wilayeta Feqîh pêve zêde kir. Ji ber ku têkoşîna Kurdistanê di bingeha xwe de di çarçêveya rizarîxwazî, sikular, demokrasîxwazî û li dijî her cure dagirkerî, sîstema netewayetiyê şikil girtibû, li hember herdu dîktatoriyên Paşayetî û Olî sekînî.
Niha ku nêzî sedeyek e bi ser her du dewrên dîktatoriya di Îranê de derbas dibe, siyaseta tepeserkirin û tinekirin ji her demê zêdetir û berfirehtir berdewam e û di hember de jî xebata xelkê Kurdistanê ji bo rizgariyê bihêztir bûye. Di pêla nû ya xebatê de ku bi şoreşa Jînayê tê naskirin, grevên dubare û nerazîbûnên xelkê Kurdistanê piştî bangêjiyên hizban, hevahengî û tevlîheviya civakê û hizên siyasî yên Kurdistanê ji her demê zêdetir nîşan da û tevî bêdengî û hin siyasetên tevahîxwazî û koloniyaliya medyayên ariyayî, rastiya yekgirtina jiyana siyasî-civakî ya Kurdistanê li navxwe û derve eşker kir.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta salvegera 22ê Rêbendanê, salroja serkevtina şoreşa gelên Îranê li dijî dîktatoriya Paşayetî, careke din dirûşm û armancên rewa û demokratîkên vê şoreşê wate azadî, demokrasî, wekhevî, dadperweriya civakî, sikularîzm û mafên netewayetî, bi bîra hemû aliyekê tîne û tekeziyê li ser vê rastiyê dike ku heta bidestveanîna wê armancanê, bi hevgirtin û têkoşîna hemû neteweyên Îranê bi taybetî di çarçêveya şoreşa Jînayê de berdewam dibe û mil bi milê hêzên siyasî û demokrasîxwaz ên seranserê Îranê xebata di pêxema bidestxistina van armancên bilind de berdewam dike.
Serkev e xebata mafxwazane ya gelê Kurd di pêxema bidestveanîna armancên siyasî û netewî de
Biherife rejîma paremayî û kevneperesta Komara Îslamî
Jin, jiyan, azadî
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
21ê Rêbendana 1401an a Rojî