Navenda Hevkarî derheq bikomgirtina welatiyên Kurd daxuyaniyek belav kir

.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq bikomgirtina welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Di heyama rojên derbasbûyî de, navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi dehan kes ji endamên malbatên şoreşa, Jin Jiyan Azadî li bajarên Sine, Dêwolan û Dîwandereyê girtine.

Ev girtina bikom piştî wê yekê bû ku wan kesan serdana tirba şehîdên serhildana wê dawiyê li bajarê Seqiz û Bokanê kiribûn û di rêya vegerandinê de bi awayekî bi kom hatine girtin û nûçe behsa wê dikin ku hê jî hejmarek zêde ji wan di girtîgehên navendên ewlehî de ne û nehatine berdan.

Di hewileke din de, navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Seqizê, biryar dane ku hatinûçûnê bo goristana Ayçiyê sînordar bikin û rêya xelkê bo serdana gora Jîna Emînî û şehîdên dinê bigirin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina wan kiryarên Komara Îslamî ya Îranê radigihîne, ku tevgera mafxwaziya gelê Kurdistanê bi van hewlan nayê rawestandin. Herwiha şikandina kêla goran û daxistina goristana şehîdan, nehiştina xelkê ji bo seredana gorên şehîdan bo nûkirina peyman û sozên xwe û girtina xelkê bi vê sedemê, tenê kîna pîroz a xelkê li dijî rejîmê zêde dike.

Şoreşa Jînayê di dil û baweriya xelkê têkoşer ên Kurd de zindî ye û ev şoreşe tevî hemû zordarî û tundûtîjiyên Komara Îslamî roj bi rojê nêzî serkevtinên xwe dibe.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

21ê Cozerdana 1402 a Rojî

11ê Hezîrana 2023an

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir