Navenda Hevkarî: Têkiliya me bi êrîşên dronan yên li ser Komara Îslamî ve tuneye

.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, li derheq hewl û çewtekariyên rejîma Îranê yên li derheq êrîşên dronan yên di vê dawiyê yên ser Îsfehanê, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniyê wiha ye:

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, piştî êrîşa li ser hejmarek binkeyên leşkerî yên rejîmê li Îsfehanê, medyayên girêdayî navendên ewlehî û leşkerî yên Komara Îslamî di hewlek çewtekarî de û bi xapînokek din, tiliya tawanan ber bi aliyê partiyên Kurdî yên opozisyon dirêj kiriye. Dezgehên propagendeyên rejîmê îdi`a dikin ku ev êrîş bi alîkarî û çavsaxiya partiyên Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê rûniştîne, kelûpelên dronan hundrî Îranê bûne û ew partî û alî li ser daxwaz û spartina dezgehên nûçeyî yên welatên neyarên Îranê di vê êrîşa dronan de beşdarî kirine.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê vê îdi`a rejîmê bi tundî red dike û radigihîne ku, dûr û nêz ti pêwendiyek me bi wan êrîşan re tunebûye û nîne. Herçawan ku me berê jî ragihandibû ku partiyên Kurdistana Îranê ti demî li nav xaka Herêma Kurdistanê bo ti êrîş û gefeke ewlehî û leşkerî li dijî Komara Îslamî bikar neaniye û ya ku heta niha Komara Îslamî kiriye hincet û hewl daye bo xapandina bingeha mijaran, ev bo mebestek taybet bûye.

Xuyaye ku ev yekem car nine Komara Îslamiya Îranê bi drev, çewtekarî û sinaryoyên berdewam, rê bo sînûr derbaskirina, kiryarên terorîstî û êrîşên leşkerî bo ser xaka Herêma Kurdistanê û derbe lêdan li partiyên siyasî yên Kurdistanê xweş dike. Lê, li hundrî Îranê, xelk bi tevahî naveroka cinayetkarane û dijî gele vê rejîmê naskirine û bawerî bi wan çewtekarî û sinaryoyan nakin, hem di nav kom û civînên navdewletî de jî, Komara Îslamî bi vê karnameya ku bi destêverdan li karûbarên navxweyî welatan û afirandina kirîzan de he ye, ti hitbarek bo xwe nehiştiye.

Komara Îslamî li hemû rewşekê de li hember nerizayetiyên bê mînak yên xelkê Îranê rû bi rû ye û hem di bin givaşeke zêde ya navdewletî de ye, û nikare bi çewtekariyên han xwe li asta berpirsayetî û pêbend bûnên bi pirensîpên navdewletî xwe bidize. Her ji ber vê yekê ye ku carek din tevî redkirina bangihêjiyên bê bingeh yên rejîmê, bala civaka cîhanî, Îran û gelê Kurd û navendên biryarder yên bo hincet pê girtin û şerxwazane yên Komara Îslamî radikşînin û her di vê pêwendiyê de daxwaz dikin ku rê û cihên hewce û goncav bidin berahîka xwe.
 

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

12`ê Rêbenda 1401`ana Rojî

1`ê Şibata 2023`an

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir