Navenda Grûba medyayê ya Rûdawê li Hewlêrê bû armanca êrîşekê. Li goriya agahiyan kesê an jî kesên nenas piştî nîvê şevê demjimêr dora 00:05an de bomeyek desta avêtine avahiyê û di encamê de pênc kes birîndar bûne.
Tê ragihandin ku polîs û asayîş piştî teqînê bilez gîhaştine cîhê bûyerê û avahiya Rûdawê kontrol kirine. Lêpirsîna derheq teqînê de hê dom dike û ti agahiyeke fermî hêj negihaştiye medyayê.