Naveroka civîna Serok Barzanî û Emmanuel Macron

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir. 

Serok Mesûd Barzanî êvara roja yekşemê 29ê Tebaxa 2021ê li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Serokê Fransayê Emmanuel Macron û şandeke li gel wî kir ku ji Wezîrê Derve yê Fransa û Balyozê Fransa li Iraqê û Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên siyasî û serbaziyên Hikûmeta Fransayê pêk hatibûn.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina germ ya Serok Macron spasî gel û welatê Fransayê kir ku di têkşikandina DAIŞê de palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û ewe bi dîrokeke hevbeşiya şerefmendane ya di navbera her du gelan de da zanîn. Serok Barzanî ewe jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyane û Da'îş nekarî wê çandê ji gelê Kurdistanê bistîne û nekarî li nav civaka Kurdistanê da ji bo xwe pêgehek dirust bike. Serok Barzanî spasî hewlên Serok Macron ya ji bo yarmetîdana Iraqê kir û ragihand ku ev hewl cihê geşbîniyêne.

Her di vê hevdîtinê de Serok Macron ragihand ku "Min xwest Serok Barzanî bibînim ji bo dûpatkirina rêz û dostayetiya di navbera du gelan û berdewambûna pêgiriya Fransa bi şerê terorîstên DAIŞê". Eve jî xisterû ku Pêşmerge bi wêrekane şer kir û bû bi çavkaniya îlhamê û eve bi xwe waneyeke ku yarmetîdana biyanî bi bêyî hebûna cengawerên bi wêrek yên li ser erdê ser nakevê. Her di derbarê gefên terorîstan Serok Barzanî eve jî bi Serokê Fransa ragihand ku gefa terorê hê jî maye ji ber ku ew sedemên bûne hokara serhildana teror û tundiyê hê jî mane.

Her di vê civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û giriftên li ber proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî hêvî xwestin ku hilbijartinên Iraqê bibê amrazeke baş ya dirustbûna guhertin û pêşveçûn û pêkanîna xwest û îradeya welatiyan.

Rewşa Şingal û Rojavayê Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiraniyên xwe yên li ser paşeroja Kurd li Sûriye bi Serok Macron gihand.

Piştî temambûna wê civînê Serok Barzanî peykerê Pêşmergeyê wekî hêmaya berxwedana gelê Kurdistanê li beranber terorê pêşkêşî Serok Macron kir û Serokê Fransa jî diyariyeke taybetî ku hêmaya Komara Fransaye pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Paşê Serok Barzanî li gel Serok Macron hevdîtina malbata Şehîd Hucam Surçî û polek Pêşmergeyên jin yên hêzên Zêrevaniya Herêma Kurdistanê kirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir