Naveroka civînên nûnerê Amerîkayê li gel Mezlûm Kobanî û ENKSê

.

Washington li ser biserxistina diyaloga herdu aliyên siyasî yê Rojava Kurdistanê rijd e û cîgirê şandeyê bo Sûriyê vê yekê wek pêşdestî û ewlewiyet li ser ajandaya karê xwe datîne.

Diyaloga Kurdî-Kurdî

Li gor zanyariyên Rûdawê di hevdîtina herî dawî ya di navbera Cîgirê Şandeyê Amerîka bo Sûriyê Matthew Pearl û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî de, dîplomatê Amerîkî ji tekez kiriye ku serxistina diyaloga Kurdî-Kurdî pêşdestiya karê wî li navçeyê ye. Fermandarê HSDê jî tekez kiriye ku ew amade ne kar ji bo serxistina vê diyalogê bikin.

Roja duşemê, Matthew Pearl li gel şandeke Desteya serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiyabû û di wê civînê de jî Pearl pabendbûna Amerîka bi serpereştiya diyaloga Kurdî-Kurdî nîşan da.

ENKS daxwaza pabendbûnê bi belgeya garantiyan kir ku General Mezlûm Kobanî li ser îmza kiriye û tê de hatiye ku nabe binbêkirin li dijî ENKS dubare bibin.

`Aliyên Kurdî ne serbixwe ne`

Nivîskar û lêkoler John Salih, ji Washingtonê ji Rûdawê re ragihand, sedema bêencambûna diyalogê ew e ku aliyên Kurdî ne serbixwe ne û Amerîka ne cidî ye.

John Salih, Lêkoler,  dibêje “PKK, Rêveberiya Xweser û PYDê kontrol dike û dixe bin armancê xwe yên siyasî. Li aliyê din jî ENKS, di bin kontrola Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê ya Îslamî de ye û nikare ji berjewendiyên Tirkiyê dûr bikeve. Lewma ev dibin sedem ku diyaloga Kurdî pêk nayê. Amerîka jî heta îro ne ciddî ye ku bikare fişar û zextê li partiyên Kurdistana Sûriyê bike ku li ser maseyekê bicivin û bikarin biryara xwe din bin siya Amerîkayê de bistînin û platformeke Kurdistana Sûriyê çêbikin.”

Hêviya destpêkirina diyalogê

Piştî gihiştina Cîgirê Şandiyê Amerîka bo Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên wî, hêviya destpêkirina diyalogê geş bûbû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir