Serokê Amerkayê nameyek bo Serokê Herêma Kurdistanê şand û di wê nameyê de “êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kiriye û piştgiriya bo Hêzên Pêşmerge dûpat kiriye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 30/03/2022, li gel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller civiya û Tueller nameyeke Serokê Amerîkayê Joe Biden gihand Nêçîrvan Barzanî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di nameyê Joe Biden tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û pabendiya berdewam û dûrmewda ya welatê xwe bi aramî û seqamgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî.”
Roja 13ê Adara îsal, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekan êrişî mala Rêveberê Cîbicîkar ê Kar Group Şêx Baz Berzincî ya li Hewlêrê kir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameya xwe de, êrişa Supaya Pasdaran a bo ser Hewlêrê şermezar dike û pesnê hevhanegiya qayîm û dûrûdirêj a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nîşan dide.
Li gor daxuyaniyê, Joe Biden pabendiya Amerîkayê bi berdewamiya piştgiriya hêzên Amerîkayê bo Iraqê û Pêşmerge dûpat kiriye.
Di beşeke din a nameyê de, Joe Biden “tekezî li ser wê kiriye ku Amerîka, Herêma Kurdistaneke aram, seqamgir û geş wek beşeke sereke bo Iraqeke seqamgir û geş dibîne.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê ameje bi wê jî dike, “Serokê Amerîkayê Cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz dike.”
Li gor daxuyaniyê, di civîna Matthew H. Tueller û Nêçîrvan Barzanî de “Her du aliyan rewşa siyasî li Iraqê, pêngavên prosesa siyasî û civînên parlamentoya Iraqê, rewşa Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşbîniyên wan ji bo paşeroja prosesa siyasî li welêt gotûbêj kirin.”
Di civînê de li gor daxuyaniyê, “her du alî li ser pêdiviya hebûna sîstemeke hikumdariyeka saxlem li Iraqê li ser bingeha bawerî û hevbeşiya rasteqîne û pêgîrî bi destpûrê ku rêya tekane ye ji bo aramî û seqamgîriyê hevnêrîn bûn.”
Her li gor daxuyaniyê, “Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeya mêvan tekezî li ser giringiya avakirina baweriyê û lihevtêgehiştina hevbeş di navbera aliyên Iraqî de kir ji bona derbaskirin rewşa heye û çareserkirina pirsgirêkan.”