NAVEROKA PÊWENDIYA TELEFONÎ YA POMPEO-BARZANÎ EŞKERE BÛ

Wezareta Derve ya Amerîkayê naveroka peywendiya telefonî ya di navbera serok Barzanî û Mike Pompeo de belav kir

Li gor nûçeya Rûdawê Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de dibêje: “Pompeo spasiya serok Barzanî kiriye derbarê hewlên ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de.”

Her li gor wê daxuyaniyê, di wê pêwendiya telefonî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi giring dîtiye ku hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê pêk bê ku di asta daxwaziyên xelkê Kurdistanê de be.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşhatên dawî û gefên DAIŞê li Iraqê gotûbêj kirine, û Pompeo tekezî li ser pabendbûna welatê xwe ji bo karkirina ligel Iraqê kiriye, heta ku ji têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê piştrast bibin.

Êvara sêşemiya vê hefteyê 5ê Adarê, Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî li gel Serok Barzanî encam dabû.

Herwiha Pompeo di 9ê Kanûna 2019 de jî serdana Hewlêrê kiribû û li gel serok Mesûd Barzanî hevdîtin kiribû.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne