Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser biryara dadgeha federalî ya Iraqê daxuyanîyekê belav kir.
Barzanî destnîşan dike ku, ‘Pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê û hemû aliyek bizanin, Dadgeha Federalî ya Iraqê berî pesendkirina destûra Iraqê hatiye dirustkirin û divê ji piştî pesendkirina destûra Iraqê ya sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin û dadgeheke li gor peyrewên destûrî ku di madeya (92) ya destûrê de hatiye destnîşankirin, bihata damezrandin û yasayek jê derketiba, lê di sala 2005an de û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e.”
Îro Dadgeha Federal a Iraqê derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryar dabû û ragihandibû ku refernadûm ne destûrî û yasayî ye.