Necat Zanyar
Zanîn û nasîn ji hev cuda ne. Gelek dever û bajar hene, em dizanin lê nas nakin. Gelek mirov hene di derbarê wan de me pir tişt bihîstine lê nas nekirine. Nasîn, ne agahdarbûna ji hev e. Jê wêdetir e. Pirên mirovan emrê xwe xilas dikin lê xwe nasnakin. Gelek mirov bi hev re dijîn lê haya wan ji hev çênabe.
Bi xwendin, bihîstin û dîtinê em dizanin lê mebest ji zanînê çi ye? Hawar, bi du peyvan rave dike: “Zanîn xwenasîn e.” Piştî me nas nekir, ew zanîn ji çi re ye! Zanîn hewş be, nasîn hundir e. Zanîn temaşekirin be, nasîn tehmkirin e.
Mirov û milet, bi zanîn û nasînê di aramî û ewlehiyê de dijîn. Di vê rêwîtiyê de naskirina “yê din” herî kêm bi qasî naskirina “xwe” giring e. Naskirin û pênasekirin ne yek alî ye. Eyn, bi xeyr tê naskirin. Tarî û ronî, sar û germ, qenc û xirab, reş û spî bi hev tên naskirin.
Di pirtûka pîroz de cudatî û ciyawaziya mirov û miletan bi naskirinê ve tê girêdan: “Gelî mirovan! Me hûn ji mêr û jinekê afirandin û ji bo hûn hev nas bikin me hûn kirin gel û qebîle. Bê guman li cem Xwedê qenctirînê we ew e ku herî zêde sitara xwe dike. Teqez Xweda dizane, agahdar e.” (Quran, 49/13)
Milet û netewe, xwedî karakter, kesayet û taybetmendiyên cuda ne. Helbet ev cudahî ji erdnîgarî, sedsalên dîrokê û serpêhatîyên jîyanê pêk tên û zû bi zû naguherin. Em û Tirkan hezar sal e di bin guhê hev de ne. Ne bi hev re ne lê ji hev ne cihê ne jî. Îcar em çi qasî hev nasdikin?
Ji zû de ye (herî kêm sed sal) li hemberî me Tirkekî sirûştî tune ye. Îmajek heye û yên di wê îmajê de digihêne hev ji wan re Tirk tê gotin. Ew jî xwe wisa pênase dikin. Tirkên resen di koç û şeran de tune bûn. Lê nav û îmaja xwe ji doşirmeyan re hiştin û herî kêm sed sal e ev prototîp di laboratuarê de bi milyonan tê afirandin. Îcar çi laboratuar? 783 hezar km². Ev Tirkbûn tiştekî wisa ye, xwe di ser her kesî re dibîne. Dîrok û dewlemendiyên hemî miletan dike ya xwe. Mîtolojî, dastan, çîrok, folklor û stranên wan didize. Têrê nake, kesayetên navdar jî di deftera xwe de dinivîse. Ya herî sosret, xwe li ser yên din ferz dike. Ji me dûr bûna, belkî me xema naskirinê nexwariba lê naskirina Tirkan ji bo me Kurdan mijareke man û nemanê ye. Tirknasî li me ferz e.
Naskirina miletan bi dîtin û zanîna kesan ne pêkan e. Jê re awireke bi qasî welatan fireh lazim e. Bi qasî dîrokan kevnar, bi qasî dahatuyê pêşbîn. Ew jî gotinên pêşiyan in ku bîra miletan in. Hizr û hest û bawerî û çanda miletan di xwe de dicivînin, dibin zimanê hevpar. Sedsal jî mohra xwe li wan gotinan dixin û wan ji dîrokê re dihêlin. Ne şirove û nirxandinên subjektîf in. Ji bo fêmkirin û naskirinê şifre û kodên herî zexm û ewle ne. We qet miraq kiriye bê Tirk di gotinên pêşiyan de çawa hatine pênasekirin?
Kurdan ji bo Tirkan biwêjên wek “romî” “roma reş” û “Tirkên qûnbicilik” bi kar anîne û herî kêm 15 gotin (proverb) di heqê wan de ji dîrokê re hiştine. Ev hejmara zêde, gelek balkêş e û pêwîstiya nasînê destnîşan dike. Di gotinên pêşîyên Kurdan de Tirk bi van wesfan xuya dikin:
- 1-Bext û baweriya wan tune ye. Di vî warî de herî zêde ev gotin tê zanîn: “Bextê romê tune ye.”
- 2-Derewkar in. Aşê xwe li ser çemê derewan danîne. Pêşiyan gotîne: “Heçî Tirk e virek e pê bawer neke”. Dîn û Misilmanî jî yek ji babetên derewên wan e. Pêşiyan wiha hişyarî dane: “Ji Tirkan pêxember jî derkeve jê bawer neke”.
- 3-Fêlbaz û xapînok in. Ne ciwamêr in, jixwere ne: “Tirk bi hîz in bi xap in, nan li ser qap in”, “Nanê Romiyan li ser kaboka wan e”, “Mar rast diçe, Rom rast naçe”.
- 4-Esaleta wan tune ye: “Kengî behr bû şîr, wê Tirk bibin eşîr”. Peyva eşîrtiyê di Kurdî de ji bo esaletê tê bikaranîn. Xanî, di Mem û Zînê de dirêj behsa Kurdan dike û sedemê nivîsîna Kurdî wiha dibêje: “Xanî ji kemalê bêkemalî / Meydana kemalê dîte xalî / Ye'nî ne ji qabil û xebîrî / Belkî bi te'esub û 'eşîrî”. Eşîrbûn, di wateya esaletê de ye.
- 5-Hevaltî û dostaniya wan ne ji dil e: “Hevaltiya Tirkan weke agirê qirşikan e”
- 6-Debara wan şer û pevçûn e: “Gundî li hev nexin, Osmanî milkan naxwin” “Romî neyar in, Osmanî gurê har in”.
- 7-Xêra wan tune ye: “Tirk bibin ker jî, divê mirov lê siwar nebe”.Gotinên behsa hikûmetê dikin jî karaktera Tirkan destnîşan dikin: “Hikûmet pir be, di ser re derbas nebe”, “Bawerî bi mêrê hikûmetê nayê”.
Ji bo xwespartinê, gotinên pêşiyan çavkaniya herî ewle ne. Ji bilî wan gelek zana, şair û nivîskarên Kurd jî di berhemên xwe de behsa tirkan kirine û bal kişandine ser karaktera wan. Melayê Cizîrî di Dîwana xwe de wan bi wesfên “xwînrêz, yexma, talan, şerker, êrişker” dide naskirin. Perto Begê Hekarî jî wiha wan dide naskirin:
Ji Frengan bike bawer ew bi te sondê dixwin
Lê ji wan Tirkên siyehbext tu eyman meteleb
Ne Kurdan tenê, miletên Tirk naskirine hemiyan derbarê Tirkan de gotinên balkêş ji dîrokê re hiştine. Naveroka wan piranî tirs, dizî, çorsî, kirêtî û xirabî ye.
Îtalyanî ji bo tirs û xofê dibêjin “Dayê, Tirk tên” (Mamma li Turchi). Ji bo kirêtiyê dibêjin “Weke Tirkekî bêhna genî jê tê” (Puzza come un Turco).
Sirbî, peyva Tirk (Turci) ji bo mirovên ji jinan re xirab, bi kar tînin. Biwêja “Weke Tirkekî egoîst” (Ljubomoran kao Turčin) û gotina pêşîyan “Bi seyî û Tirkî bawerî nayê” ya Sirbiyan e.
Di Rûsî de peyva “Tirk” ji bo mirovên “nezan” tê bikaranîn û wiha tê gotin “Heger Tirkek ne ehmeq be, ew ne Tirk e” (Если турок не придурок – значит он не турок).
Maltayî jî peyva “Tirk” (Tork) ji bo yên xofdar û nayên xwestin tê bi kar tînin.
Frensiyan Tirk weke mirovên bêperwa, hov, zordest û çavbirçî pênase kirine. Frensî dema dixwazin hovîtiya yekî nîşan bidin dibêjin “Tirkekî bira” (C'est un vrai Turc).
Almanan jî peyva Tirk bi awayê “Tirkê kîmyon” (Kümmeltürke), “Kûçikê tirkan” (Türkenhund) û “Pale, irxat” (Türkenknecht) bi kar anîne.
Spanyolî ji bo yekî nizm bikin dibêjin “Turco”. Rûmenî ji bo bi cahiltîyê tohmetbar bikin dibêjin “Tu yê Tirk” (Măi, turcule). Di Flemenkî de Tirk ji bo kesên kirêt, hov û xwînxwar tê gotin û biwêja “Şibandina Tirkan” (eruit zien als een Turk) di wateya kirêt û mekrohîyê de tê bikaranîn. Di Norwecî de biwêja “Mîna Tirkekî hêrsok” (Sint som en tyrker) heye.
Yûnanî jî dibêjin “Ji qehra bû Tirk” (Εγινε Τούρκος). Ji bo mirovên pir hêrsok ku êrişî derdora xwe dike “Egişne Turkos” tê gotin.
Ji ber 400 salî bindestê Tirkan mane, yek ji miletên herî zêde li ser Tirkan biwêj û gotinên pêşiyan afirandine Yûnanî ne. Pêşiyên Yûnaniyan gotine “Ciyê piyê Tirkan pê ket giya lê şîn nayê” (Όπου πατήσει Τούρκος, χορτάρι δε φυτρώνει).
Di bîra Yûnaniyan de Tirk xirabker, dagirker û yexmaker in. Ji bo yê çi tê ber dişewitîne hatiye gotin: “Mîna Tirkan dişewitîne” (Καίει σαν Τούρκος).
Bawerî bi Tirkê dibe File jî nayê. Lewma tê gotin “Ku Tirk bû File, wê demê çûk jî dibe ahtapot”. Dîsa gotine “Tirk ew mar e ku bi te veda ye yan jî amade ye ji bo pêvedanê” (Ο Τούρκος είναι φίδι που, μόλις ζεσταθεί, σε δαγκάνει), “Di devê Tirkan de dostanî heye, di dilê wan de tune ye” (Ο Τούρκος έχει τη φιλία στο στόμα, όχι στην καρδιά), “Di ser pira ku Tirkan çêkiriye re baweriyê neyne derbas nebe” (Ο Τούρκος και γεφύρι να γενεί, πάνω του μην περάσεις), “Di êrişkeriyê de Tirk û se heman in” (Ο Τούρκος και το σκυλί ένα πράμα είναι), “Tirk tê parsê lê meqseda wî dizî ye” (Ο Τούρκος κάνει ελεημοσύνη για να κλέψει).
Miletên bi sedan salan yên weke Ermenî û Ereban ku li gel Tirkan jîyane jî Tirk bi awayekî xirab pênase kirine. Di gotinên pêşiyan ên Ermeniyan de wiha tê gotin: “Bi Tirkan re hevaltiyê bike lê dar ji destê xwe daneyne, her gav dikare bi te vede” (Թուրքի հետ ընկերություն արա, բայց փայտը ձեռքիցդ բաց մի թող).
Ermenî ji bo yên awirên xirab di mirovan didin dibêjin “Çima wisa dinêrî, mîna Tirkên li goştê berêz dinêrin” (Ի՞նչ ես թարս նայում, ոնց որ թուրքը խոզի մսին նայի). Ji bo malên tevlîhev û kirêt “Mala Tirkan” (թուրքի տուն), ji bo yên ehmeq jî “Qey tu Tirk î” (թուրք ե՞ս) tê gotin.
Faris jî di gotineke pêşiyan de wiha dibêjin: “Kerên weke Tirkan di cîhanê de tune ne” (چون ترك در عالم خَر نبود) Her wiha dema bixwazin ji yekî re bêjin “Qey tu ehmeq î”, dibêjin “Tu Tirk î” (تركي).
Bîra Ereban jî di heqê Tirkan de gelek dîmenên xirab pêşkêşî me dike. Dema yek bi diziyê tê tohmetbarkirin tê gotin “Wî nexe hundir, ew Tirk e” (لا تدع له في البيت وهو الترك).
Dîsa di wateya xirab de tê gotin “Qey ez weke Tirkan xuya dikim” (هل أبدو مثل الترك). Têkilîya Tirkan bi oldariyê re jî wiha dibe mijara gotineke pêşiyan: “Yê ji kar tê avêtin weke Tirkan e, heta dest bi kar bike nimêj dike” (زي التركي المرفوت يصلي على ما يُستخَدَم).
Bi sedan zanayên rojhilat û rojava, yên misilman û ne misilman di heqê Tirkan de wêneyên xirab girtine. Darwîn, Tirkan weke neteweyeke hov û nizm pênase dike. Navdarên cîhanê yên weke Erasmus, Montaigne û Cervantes jî Tirkan weke hov û barbar bi nav dikin.
Di pirtûka Macbeth ya Shakespeare de cazûya ku jehra xiyanetê çêdike “pozê Tirkan” (nose of Turk) tevlî dike. Di Othello de dibêje “Ger derewan dikim, bilaTirk bim”. Dema du zilamên Othello şer dikin ji wan re wiha dibêje: “Çima hûn şer dikin? Qey hûn bûn Tirk ku ev qasî hov in”.
Martin Luther King dibêje dema Filetî xira bû Xwedê weke ciza xirabî bi ser wan de barandin. Pêşî weba, pişt re Tirk hatin.
Marco Polo dema behsa Konya, Qeyserî û Sêwazê dike wiha dibêje: “Yek ji gelên li van welatan jî Tirkmen in… Tirkmen çors û famkor in”
Montesquieu di “Ruhê Qanûnan” de wiha dinivîse: “Tirk kirêtên cîhanê bûn. Jinên wan jî weke wan ne delal bûn. Dema dilberên Rûman dîtin hiş ji serê wan çû. Dest bi revandina jinan kirin. Jixwe her eşqiya bûn. (…) Tirk di nav gelan de yên herî nezan in.”
Çawa li jor gotinên pêşiyan ên Misilmanan yên din piştrast dikirin, zanayan Misilmanan jî di vê mijarê de Rojavayiyan piştrast dikin. Di gelek çavkaniyên Misilmanan de behsa Tirkan wek yecûc û mecûcan derbas dibe.
Dîrokzanê dema Selçukiyan Kerimedîn Mahmûdê Aksarayî wiha nivîsiye: “Tirkên xwînxwar weke se û guran in. Firset bikeve destê wan yexmayê xenîmet dizanin lê ku hêzên neyar hatin direvin.”
Sadiyê Şîrazî jî Tirkan weke “Qewmê dehşetê belav dike û xwînxwar” pênase dike.
Di çîrokên Hezar û Şevekê de Tirk “xirabker û yexmaker” in. Piyê wan bi kû derê bikeve ew der dibe xirbe.
Di serdema Osmaniyan de gelek nivîskar û zanayan Misilman bi xirabî behsa Tirkan kiriye. Ibnî Bîbî “Tirkên nezan, Tirkmenên fesad”, helbestvan Bakî “Serê Tirkan çors e”, dîrokzan Mustafa Naîma “Tirkên nezan, Tirkên famkor, Tirkên naletî” bi kar anîne.
Helbestvan Nefî jî wiha gotîye: “Heq, kaniya irfanê li Tirkan heram kiriye”.
Xoce Sadedîn jî biwêja “Etrakê bê îdrak” îcad kiriye û gelek peyvên weke “Hîlebaz, bêhiş, debeng” bi kar anîne.
Şairê gewre yê Îranê, Hafizê Şîrazî jî di gelek risteyên xwe de balê dikişîne ser Tirkan. Ji van risteyan bi giştî yexmakerî û xwînrijiya wan diyar dibe. Di risteyekê de wiha dibêje: “Qurbana çavbirçîbûna Tirkê leşker! Ji xirxeyekî pêve tiştekî min nîne, dîsa êrişî min kir”.
Di vê mijarê de gotinên Mewlana Celaledînê Rûmî jî gelekî balkêş in. Li gorî Mewlana Tirk hêzdar in lê bêhiş, kîndar û xwînrij in. Wiha dibêje: “Di çêkirinê de Rûm, di xirabkirinê de Tirk. Lewra avakirana cîhanê xusûsiyeta Rûman, xirabkirin ya Tirkan e.”
Mijar têra kitêban fireh û dewlemend e. Em gotin û pênasekirinên kesayetan weke şiroveyên subjektîv binirxînin jî ne pêkan e ji gotinên pêşiyan birevin.
Dîsa ne pêkan e ev qas gelên cuda di mijarekê de hev piştrast bikin.
Jixwe Tirk jî xwe wek “esker-milet” pênase dikin.
Ya ecêb xewn û xeyal û xwe-xapandina Kurdan e! Çîrok û çîrvanoka gelê demokratîk û biratiya dîn e!
Rastî tehl e:“Li nav narê evê pêtê / Li ser sêlê xewa kê tê”.
Bi xewn û xweşkirinê naguhere. Yê nexweş divê li xwe bipirse. Yê din divê ji taûn û şewbê bitirse.
Çavkanî: Rûdaw