Necdet Takva: Kêmbûna geştên esmanî zirarê dide xelkê Wanê

.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got, “Kêmbûna geştên esmanî zirarê dide geştyarî û bazirganiya Wanê.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û kêmbûna geştên esmanî û bandora wê ya li ser Wanê nirxand.

Necdet Takva diyar ki ku ji ber kêmbûna geştên esmanî û çaresernekirina vê pirsgirêkê wan bi saziyên sivil û kompanyayên geştiyariyê re çalakiyek li dar xistiye.

 Necdet Takva got “Rojane 10-12 geştên esmanî ji bo Wanê tên kirin lê ev hejmar ji bo wanê gelekî kêm e.

Heftane jî di navbera 70-75 balafir tên Wanê. Em dixwazin ev hejmar du qat zêde bibe û bibe 150.”

Herwiha Takva amaje bi wê yekê kir ku Balafirgeha Wanê yek ji balafirgehên herî kevin e li herêmê.

Takva diyar kir ku Balafirgeha Wanê ne tenê xizmetê dide xelkê Wanê di heman demê de xizmetê dide bajarên cîran jî.

Sedema kêmasiya geştên esmanî jî Takva ragihand ku kompanyayên esmanî dibêjin ji ber ku ew zerer dikin geştên ji bo Wanê pêk nayînin û balafirên xwe ji bo bajarên geştyarî yên Ewropayê bi kar tînin.

“Em astengiya li hemberî gelê Wanê qebûl nakin”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê tekez kir ku ev yek jî xelkê Wanê mexdûr dike û wiha pê de çû:

“Divê hikûmet û wezaret piştgiriyê bide van kompanyayan vê pirsgirêkê ji holê rake. Em vê astengiya li hemberî gelê Wanê qebûl nakin.”

Derbarê bandora kêmasiya geştên esmanî ya li ser Wanê Takva wiha anî ziman:

“Ev kêmasî hem ji bo geştyariyê hem jî ji bo karsazan kêmasiyeke gelekî mezin e.

Lê belê ne tenê di warê geştyarî û karsaziyê de kêmasiyeke mezin e ji bo xelkê jî kêmasiyeke mezin e.

Însanên me rojane diçin nexweşxaneyên Stenbol û Enqereyê. 400 hezar Wanî li Stenbolê dijîn.

Ew kes havînan tên ser kar, çandinî û ajeldariya xwe. Ji ber vê yekê pirsgirêkeke pir mezin derdike holê.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin