Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev çend roj in çend hevdîtinên girîng li wezîr û rayêdarên pilebilind ên welatên cîhanê re pêk anîn û di wan hevdîtinan de xwest ku mafên Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bên parastin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê hefteyê li gel wezîrên parastinê yên Almanya, Îtalya, Holenda, Serokerkanê Brîtanya û Fermandeyê Koalîsyonê çend hevdîtinên girîng pêk anîn.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî li gel welatên wekî Amerîka, Fransa, Brîtanya, Holenda û Tirkiyeyê rewşa niha ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pirsgrêkên ewlehiyê yên herêmê gotûbêj kirine.
Welatên rojava dixwest bizanin perspektîfa Nêçîrvan Barzanî ya li ser guherînên Sûriyeyê û rola Herêma Kurdistanê di vî warî de çi ye.
Di van hevdîtinan de Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser parastina aramiya Suriye û parastina mafên Kurdan kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) hebûna xwe li herêmê berdewam bike.
Serokê Herêma Kurdistanê gelek caran ragihandiye ku metirsiya DAIŞê heta niha berdewam dike û li ser vê mijarê hişyariyên pêwîst da welatên hevpeyman.
Li gorî agahiyan, DAIŞ li nêzîkî hin deverên Bexdayê û li hin herêmên Sûriyeyê yên weke Bûkemalê ji nû ve xwe birêxistin dike.
Ev rewş wekî metirsiyeke cidî li ser Herêma Kurdistanê û welatên hevpeyman tê dîtin.
Hevkariya Pêşmerge û artêşa Îraqê
Di civînan de tekez li ser bihêztirkirina hevkariyên di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê û hêzên koalîsyonê de hat kirin.
Bi taybetî behsa çaksazkirina Hêzên Pêşmerge û pêşketina pêvajoya entegrasyonê hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî 12ê Kanûna Pêşîn, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius qebûl kir.
Di heman rojê de Serokerkanê Giştî yê Brîtanya û şandeke pilebilind a leşkerî û dîplomatîk a wî welatî jî pêşwazî kirin.
17ê Kanûn Pêşîn, ew bi Fermandarê Koalîsyonê General Kevin Leahy re civiya.
Nêçîrvan Barzanî îro jî Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans pêşwazî kir.
Di hevdîtinan de asayîşa herêmê, reformên Pêşmerge û hevkariyên navdewletî hatin gotûbêjkirin.
Hewldanên Herêma Kurdistanê yên ji bo pêkanîna aramiyê li Îraq û herêmên derdora wê ji aliyê welatên rojava ve bi baldariyeke mezin tê şopandin.
Di hevdîtinan de tekez tenê li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya li Iraqê nayê kirin her wiha tekezî li ser rola wê ya pêkanîna aramiya herêmê jî tê kirin.