Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Giştî yê Almanyayê re civiya

Li ser çend pirsên sereke yê Herêma Kurdistanê û Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner re civiya û guftûgo kirin.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna vîrûsa Koronayê, şerê li dijî terorê û erkên hêzên Almanî li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatin guftûgokirin. Herwiha guftûgo li ser hilbijartinên pêşwext ên dahatî yên Iraqê û pêngavên dawî yên guftûgoyên Hewlêr – Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştevanî û hevkariyên Almanyayê di warê serbazî û mirovî de dupat kir û amaje bi girîngî û bandora wan hevkariyan di rojên dijwar ên şerê DAIŞê de kir.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, bal kişand ser hevkariyên mirovî yên Almanyayê ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina wê li hejmareke mezin a rizgarbûyên Êzidî yên di destê DAIŞê ji bo wergirtina çareseriya wan li Almanyayê. Hevdem,  di derbarê rewşa Iraqê de jî çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi kilîta aramiya Iraqê bi nav kir.

Balyozê Giştî yê Almanyayê, ji bilî tekezkirina li piştevanî û hevkariyên welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re, pesnê rola hêzên Pêşmerge û rola Herêma Kurdistanê di şikandina DAIŞê û hewandina xelkê koçber ji pêkhateyên Iraqê û penaberên Sûriyê kir. Herwiha daxwaza welatê xwe ji bo berdewamiya pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.  

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne