Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re civiya

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembê 22ê Mijdara 2022 di çarçoveya serdanekê de gihîşt Bexdayê û destpêkê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo gotûbêjkirina cîbicîkirina destûrê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê çû Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de bi Serokwezîr Mihemed Şiyah Sûdanî re civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “di civînê de her du aliyan tekez li ser girîngiya yek helwestiya li ser asta niştimanî kir û yekrêzî û hevahengiya wan ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên di warê aborî, jiyan û xizmetguzariyê de kirin daku jiyaneke baştir ji bo hemû welatiyên Iraqê dabîn bikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Serokwezîrê Iraqa Federal di civînê de tekez kir ku “Hikûmeta Federal pabendî Destûra Iraqê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.”

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serokwezîrê Iraqa Federal kir ku bawerî bi hikûmeta wî hate dan û geşbîniya xwe jî li ser îmkanên hikûmeta nû diyar kir ku hikûmeta nû dikare welat ber bi qonaxeke cuda veguhêze ku zimanê têgihîştin û çareseriyê têde serdest be.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de “mijarên ewlekarî yên navçeyên sînorî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser hevkarîkirina her du aliyan hat kirin, ji bo parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên berdewam û karkirina ji bo wê yekê ku xaka Iraqê nebe metirsî li ser tu welatanên cîran.”

Civînên Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê berdewam in û dê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokê Desthilata Dadê ya Iraqê Fayeq Zêdan û hejmarek berpirsên din ên hikûmeta navendî ya Iraqê û rayedarên partiyên siyasî re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, Nêçîrvan Barzanî dê “rewşa giştî ya Iraqê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê,  pirsgirêkên di navbera her du aliyan de û herwiha gotûbêj û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan” bi rayedarên Iraqê re gotûbêj bike.

Dilşad Şehab Şêwirmendê Pilebilind ê Serokê Herêma Kurdistanê ku di şanda bi serokatiya Barzanî de beşdar e, ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe ligel Mihemed Şiyah Sûdanî pêkanî. Piştî vê civînê, Serok dê ligel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û piştre jî bi Serokê Dezgeha Dadwerî Fayeq Zêdan re bicive. Dihat plankirin ku ligel Serokê Parlamentoya Iraqê jî bicivin lê ji ber tûşbûna Mihemed Helbûsî bi vîrusa Koronayê, ev civîn hat betalkirin.”

Dilşad Şehab derbarê bernameya hevdîtinan û naveroka wan de jî got,  Serok Barzanî dê li gel her sê hevpeymaniyên Dewleta Qnûnê Fetih, Nesr, Hevpeymaniya Serwerî, Falih Feyyaz û Hadî Amirî bicive û derbarê mijarên cuda de bi wan re gotûbêjan bike.

Dilşad Şehab herwiha diyar kir, “Hikûmeta nû dest bi kar kir. Me xwest nêzîkatiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bigihînin hikûmeta nû. Mijara ku em herî zêde tekezî li ser dikin cîbicîkirina destûrê ye. Em li ser hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, pirsgirêkên yekîneyên leşkerî yên hevbeş, hemahengiya leşkerî li herêmên Kurdistanê û pêkanîna rêkeftina Şingalê gotûbêj dikin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin