Navenda Nûçeyan- Doh Yekşemê 24ê Mijdara 2019an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê li senatoya Amerîkayê Robert Karem û şanda pê re kir.
Serokatîya Herêma Kurdistanê derbarê vê hevdîtinê de daxuyanîyeke nivîskî belav kirîye û têde ragihandîye, Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekez kirîye ku “Herêma Kurdistanê ji bo aramî û istiqrara Iraqê amade ye hemû alîkarîyan pêşkêş bike” û dîyar kirîye: “Rewşa Iraq û xwepêşandan û bûyerên li Bexdayê û parêzgehên din ên welat, bandoran li ser Herêma Kurdistanê heye.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser “pêwîstîya alîkarîyên Amerîkayê û civaka navdewletî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê” kir.
Li gor dauxyanîyê, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Herêma Krudistanê dixwaze hemû pirsgirêkên xwe yên li gel hikûmeta Iraqê bi rêya “dîyalog û ji hev têgihîştinê li ser bingeha destûra Iraqê” çareser bike.
Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê jî amade bûbû, “herdu alîyan pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û navçeyê û çawanîya serederîkirina li gel pêşhatan gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstîya Iraqê bi aramî û istiqrara sîyasî û ewlehîyê û têgihîştineke dirist ji daxwazên rewa yên xwepêşanderan û dûrketina ji tundûtîjîyê kirin.”
Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên li navçeyê bi giştî û metirsîya dubare destpêkirina terorê û çawanîya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Êvara duh Şemîyê jî Cîgirê Serokê Amerîkayê, Mike Pence piştî serdana xwe ya bo binkeya serbazî ya el Esed li parêzgeha Enbar a Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî civîya. Pence di wê serdana xwe de tekezî li ser piştgirîya Amerîka bo Herêma Kurdistanê û hevpeymanîya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û hêzên Kurdî kir.
Mike Pence serdana Bexdayê nekir û li gel ti berpirsekî hikûmeta navendî ya Iraqê hevdîtin pêk neanî, û tenê bo dema 25 xûlekan bi telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî axivîbû.
Serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bêyî ku serdana Bexdayê bike, rastî berteka tund a serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymanîya Nesir, Heyder Ebadî hat û ragihand, Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr.
Çavkanî: Rûdaw