Li gor Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sondxwarina yasayî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibe.
Serokomariya Tirkiyê dawetnameyekî fermî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye da ku sibê tevî 38 serokên dewlet û serokwezîrên cîhanê beşdarî merasîma sondxwarina yasayî ya Recep Tayyip Erdogan bibe.
Biryar e sibe duşemê (09.07.2018) Erdogan weke Serokomarê Tirkiyê sonda yasayî bixwe û kabîneya xwe ya wezîran ragihîne û paşî dê navê wezîr û alîkarên serokomar eşkere bike.
Serokwezîr Barzanî roja 2ê Tîrmehê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kiribû û di wê peywendiyê de têkîliyên herdu aliyan hatibû gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî roja Çarşemê jî di civîneke çapemeniyê de ragihandibû, ku ew dê di demeke guncaw de serdana Enqereyê bike.