Nêçîrvan Barzanî dê tevlî COP29ê bibe

.

Bakuya paytexta Azerbeycanê dê mazûvaniya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li gel serok û serokwezîr û serkirdeyên cihan û Rojhilata Navîn tevlî COP29ê bibe.

Nêçîrvan Barzanî li ser konferansê wiha got: “Em pabendbûna xwe bi Kurdistaneke kesktir û paqijtir dubare dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser konferansê wiha got:

“Li gorî nêrîna Serokê Herêma Kurdistanê jîngeh, av û hewa yek ji mijarên sereke yên siyaseta Herêma Kurdistanê ne.”

COP29 dê sibe dest pê dike û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û pêşîgirtina li germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Sala 2023yan Nêçîrvan Barzanî tevlî COP28ê jî bûbû.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan 30yê Çiriya Paşîn çûbû Dubaiyê û tevlî konferansê bû.

Barzanî li ser konferansê wiha gotibû: "Ez kêfxweş im ku ji bo merasîma vekirina COP28ê li Dubaiyê me.

Hewldan û hevkariya yekgirtî ya cîhanê ji bo parastina gerdûna me gelekî girîng e."

Biryar e, di çarçoveya lûtkeya COP29ê de Nêçîrvan Barzanî bi serok, serokwezîrên û serkirdeyên gelek welatên cihan û Rojhilata Navîn re civînên duqolî jî pêk bîne.

Kurdistan Haberleri

Ji Neteweyên Yekbûyî civîna awarte ya Sûriyê
Ji Îranê hişyarî bo Tirkiyê: Nekevin xefika Amerîka û Îsraîlê
Înîsiyatîfa muzeya bîranînê ya Girtîgeha Hejmar 5: Di derbarê kiryarên 12 Îlonê, em rûbirûyî bûyerek nûh in
Andrey Baklanaov: Erdogan hewl dide sînoran biguherîne
Matthew Miller: Ji bo sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me bê em dê bikin