Nêçîrvan Barzanî: Divê ji bo birêvebirina Iraqê nêrînek hevbeş hebe

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê kir û got "Divê Iraq di derbarê çawaniya birêvebirinê de xwedî nêrîneke hevbeş be."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski û şanda li gel kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de mijarên weke hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên siyasî û berpirsan di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê de, erkê bihêzkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ku li pêş Hikûmeta Federal a Iraqê ye û çareserkirina pirsgirêkên di çarçoveya destûrê û pêşxistina têgihiştineke hevbeş di navbera Bexda û Hewlêrê de hate gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de her wiha tekezî li ser giringiya hevkariya di navbera partiyên siyasî yên li welat hat kirin û bal hat kişandin ser girîngiya dayîna derfetan û piştgirîkirina hikûmeta nû ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Di civînê de rewşa dawî ya Şengalê jî hate nirxandin ku divê peymana ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmzekirin bê cîbicîkirin, li navçeyê asayîbûn bê kirin û di vî warî de tedbîrên pêwîst bên girtin da ku penaber karibin vegerin malên xwe.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku eger têgihîştin û nêrîneke hevbeş li ser çawaniya birêvebirina saman û dewlemendiyên sirûştî yên Iraqê hebe, dê xizmetguzariya welatiyan baştir bê kirin û ev yek jî dibe sedema aştî û aramiya welat.

Di berdewamiya civînê de mijarên weke dabînkirina ewlehiya sînor û giringiya xebata hevbeş a Hewlêr û Bexdayê li ser vê mijarê, curbecurkirina çavkaniyên enerjiyê, kişandina sermayedarên biyanî bo Iraq û Herêma Kurdistanê, yekkirina Hêzên Pêşmerge, peywendiyên Iraqê bi welatên cîran û navçeyî hat gotûbêj kirin.

Kurdistan Haberleri

Selahattîn Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin
Serok Barzanî li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Piştî rawestîna şer dê 602 gundên Başûrê Kurdistanê dîsa ava bibin
AK Partiyê li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin