Nêçîrvan Barzanî: Eger pêvajoyeke aştiyê dest pê bike em dê kêfxweş bibin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Em niha jî bi wê kêfxweş in heger pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike û bigihêje encamekê.”

Forumê doh dest pê kir û dê îro biqede û gelek radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya panelekê de axaftina xwe pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa xwendekarekî bi navê Mihemed Îsmaîl a derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de anî ziman:

“Tişta yekem, heger em bi çavekî rasteqîne li mijarê binêrin ji dema ku AK Partî li ser desthilatê ye pêşketinên berçav di Pirsa Kurd a li Tirkiyeyê de bi dest ketine.

Em nikarin tiştên ku hatine kirin bi kêmî bibînin. Berê gelekî zehmet bû ku tu bibêjî ez Kurd im, ev niha ne pirsgirêk e, televîzyona Kurdî heye, hinek tişt hatine kirin.

Dibe ku li Herêma Kurdistanê ev tişt gelekî basît bin lê ji bo rewşa Tirkiyeyê mezin in.

Herêma Kurdistanê salên derdora 2011ê tişta ku li ser bû hewl da ku bike.

Em niha jî bi wê kêfxweş in heger pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike û bigihêje encamekê.

Vê dawiyê dema ku ez li Tirkiyeyê bûm, li ser vê mijarê helwesta me eşkere ye, heger pêvajo dest pê bike.

Çareseriya mijarê dê ne tenê alîkariya Tirkiyeyê, alîkariya herêmê jî bike.

Divê rêgirî li wan aliyên ku naxwazin ev pêvajoya bigihê encamekê were girtin. Tişta ku li Enqereyê rû da, ew kiryara terorîstî ji bo têkdana van gotinan bû ku pêvajoyek an jî tiştek heye.

Wê kiryarê zerereke mezin da, ne kêm bû. Em hêvîdar in ku ev pêvajoya cidî be.

Tiştên ku heta niha rû dan ne kêm in ku Serokê MHPyê li parlamentoyê çawa axivî û gotinên îro yên Serokkomarê Tirkiyeyê.

Ev hemû dilxweşker in ku em dibînin pêvajoyek heye pirsgirêk çareser dibin.”

“PKK rêzê li dezgehên Herêma Kurdistanê nagire”

Nêçîrvan Barzanî li ser PKKyê û kiryarên wê jî got:

“PKK ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo me jî pirsgirêkeke mezin e.

PKK rêzê li desthilatdariya dezgehên Herêma Kurdistanê nagire û ti hesaban jî nake.

Heger PKK dixwaze çareseriyeke siyasî li Tirkiyeyê were kirin divê dest ji kiryarên xwe yên niha berde.

Herêm bi temamî guheriye û derfeta wê jî heye ku van pirsgirêkan çareser bikin.

Li Îraqê Pirsa Kurd meseleyeke zêdetir çalak e û ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê cudatir e, ne mijareke hêsan e.

Em piştgiriya wê yekê dikin ku Pirsa Kurd di çarçoveya wan welatan de were çareserkirin, di çarçoveya wan welatên ku Kurd lê dijîn de.

Bi me xweş e ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane, bi diyalogê bi wan welatan re were çareserkirin.

Mijara çekan û operasyonên leşkerî li wan welatan pirsgirêkê çareser nakin.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê pirseke li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got:

“Hilbijartin çavkaniyên rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê ne.

Ji sedî 72yê xelkê deng da û em dibînin ku rêya demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê geş dibe.

“Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê serkeftî bûn. Proseya demokrasiyê li Kurdistanê ber bi geşedanê ve ye. Beşdariya rêjeya ji sedî 72yê xelkê ya hilbijartinan ne kêm e.

Nabe ku em her di avhewayê propagandeya hilbijartinan de bimînin. Ceribandineke mezin li pêşiya partiyên Herêma Kurdistanê ye.”

“Divê hikûmeteke me ya bihêz hebe”

Nêçîrvan Barzanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî anî ziman:

“Rêjeya beşdariyê bilind bû, xelk xwedî bendewariyan e. Divê di demeke kurt de hewla pêkanîna hikûmetê were dayîn.

Ti hêzekê ew qas kursî bi dest nexistine ku bi tenê hikûmetê pêk bîne.

Divê hikûmeteke hevpeymaniyê were avakirin.

Pêkanîna hikûmetê ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn:

“Divê hikûmeteke me ya bihêz hebe ku em gotûbêjên serkeftî bi Bexdayê re bikin.

Çarçoveyeke destûrî ya Herêma Kurdistanê heye.

Dema wê ye ku em pirsgirêkan li gel Bexdayê çareser bikin.

Miameleya Bexdayê ya bi Herêma Kurdistanê re navendî ye ne federalî.”

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir