Nêçîrvan Barzanî: Em dê hewl bidin tevahiya Êzidiyên hatine revandin rizgar bikin

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina cejna sersala Kurdên Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got ku: “Em dê hewl bidin tevahiya Êzidiyên hatine revandin rizgar bikin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 19ê Nîsana 2022yan  bi mabesta Cejna sersala Kurdên Êzidî  (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir û got “Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Em dîsa hemû Êzdiyan piştrast dikîn heta Êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn û rizgar bikin”

Çarşema Sor ango Cejna Sersala Kurdên Êzidî yek ji cejnên herî berbiçav e ku her sal di meha Nîsanê de tê lidarxistin. Ev cejn li malan û li perestgeha Lalişê bi çendîn merasîman birêve diçe.

Serokê Herêma Kurdistanê bi temamî piştevanîya mafên Êzdîyan, avedankirina deverên wan û misogerkirina aştî û azadîya wan dike û dibêje: “Ji bo evê mebestê jî, em dê bi alîyên Iraqî û navdewletî re berdewam kar bikin.”

Di beşekî dinê peyama xwe Serokê herêma Kurdistanê de dibêje: “Mixabin îsal cejn di demekê de ye ku hêj beşekî girîngê xwîşk û birayên me li kampan dijîn.  Hêvîdar in cejnên din di rewşeka baştir de bên pîrozkirin û hemû xwîşk û birayên Êzidî vegerin ser war û malên xwe.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Em careka din ji hemû xwîşk û birayên Êzidî û hemû pêkhatan û ol û hemû gelê Kurdistanê re tekez dikin ku Kurdistan dê herdem cihê lêborînê û qebûlkirinê û pêkve jîyana aştîyane bimîne û em dê hemû pêkve jî vê kulturê û mafên destûrîyên gelê Kurd biparêzin .”

Roja sêşembîyê 15-3-2022 Cigirê Mîrê Êzdîyan Cehwer Elî Beg mêvanê tora medyayî ya nîv rojî ya ahengê bû Şahiyan Tehsîn pêşkêş kir û got, "Hejmara dayik û xwişkên me yên di bin kontrola DAIŞ'ê de bûn 6 hezar e. "417 kes bûn; 3.552 kes hatin rizgarkirin; zêdeyî 2hezar û 500 ji wan ji aliyê ofîsa Nêçirvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ofîsa xwe ya ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin."

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir