Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyameke nivîskî serkeftina Serokomarê Tirkiyê Erdogan û partiya wî AK Partî ya di hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê de pîroz kir.
Barzanî got: “Di serdema we de peywendiyên Komara Tirkiyê û Herêma Kurdistanê pêşkeftinên mezin tomar kirin û vê yekê jî bandoreke pir baş li aramî û pêşkeftina jiyana xelkê kir û ji bo navçeyê jî bû mînakeke pir giring.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku piştî vê pêvajoyê jî Herêma Kurdistanê hewleke herdem dixwaze peywendiyên herdu aliyan berdewam bibin û pêşve biçin.
Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr Barzanî bal kişande ser gotara serkeftina Erdogan got: “Di serdema we de qelek qedexeyên nedadperwerî hatin rakirin. Hêvîdar in niha jî careke din hemû alî ji bo aştiyê hevkariya we yê birêz bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî piştgiriya hemû hewlên ji bo çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkên navçeyê dike.”