Nêçîrvan Barzanî êrişa li Almanyayê şermezar kir

.

Nêçîrvan Barzanî Li bazara Noelê ya bajarê Magdeburgê yê Almanyayê şermezer kir û got, "Di van rojên dijwar de em bi gelê Almanyayê re ne."

Li bazara Noelê ya bajarê Magdeburgê yê Almanyayê bijîşkekî ji Erebistana Siûdiyê doh bi şev bi otomobîlekê dabû nav xelkê.

Di encama êrişê de yek jê zarok 2 kes mirine û 80 kes jî birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha anî ziman:

"Ez êrişa hovane ya şeva borî ya li bazareke Noelê ya li Magdeburga Almanyayê, bi tundî şermezar dikim.

Li Herêma Kurdistanê di van rojên dijwar de em bi gelê Almanyayê re ne.

Dil û ramanên me bi malbatên qurbaniyan re ne, em ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'