Nêçîrvan Barzanî li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer: Ev peyman nexşerêyeke guncaw e

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser peymana ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehemd Şer de hatiye îmzekirin got, “Ev peyman ji bo paşeroj û qonaxeke durist a derbasbûnê nexşerêyeke guncaw e.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê wê peymanê daxuyaniyek da.

Nêçîrvan Barzanî ji bo îmzekirina peymanê Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer xelkê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku ew peyman ji bo paşeroja Sûriyeyê nexşerêyeke guncaw e.

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Em ji bo lihevkirina di navbera birêz Serokê Sûriyeyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyeyê dikin ku nexşerêyeke guncaw ji bo paşerojê û qonaxeke rast a derbasbûnê pêk tînin.

Pêşwaziya Sûriyan ji vê rêkeftinê wekî hemû gelên herêmê rengvedana xwestina wan a ji bo aramî û çareseriya aştiyane ya dûr ji tundiyê ye.

Di wê demê de ku em vê peymanê pêşwazî dikin, em piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Sûriyeyê dubare dikin.

Her wiha em li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û beşdariya wan a aktîf di avakirina Sûriyayeke azad û pêşketî de tekez dikin.”

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Kurdistan Haberleri

Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê: Peyman ji bo Sûriyeyê gaveke dîrokî ye
Almanya, YE û Fransa li ser peymana navbera HSDê û Şamê daxwuyaniyan dan
Aliyên siyasî çi li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got?
Reuters: Tirkiye ji peymana Sûriye û hêzên Kurdî geşbîn e
Berpirsê MSDyê yê Şamê: Tirkiye di peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de alî ye