Nêçîrvan Barzanî li Viyanayê bi Alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Viyanaya paytexta Awisturyayê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinên fermî çû Awisturyayê.

Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Viyanayê bi Alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike. 

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku dê Nêçîrvan Barzanî îro here Viyanaya paytexta Awisturyayê.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike.

Ofîsa Serokatiyê destnîşan kir ku dê di hevdîtinan de mijarên wekî “bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Awisturyayê re û derfetên ji bo berfirehkirina hevkariyê” werin nirxandin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye