Nêçîrvan Barzanî: Me bi Recep Tayyîp Erdogan re behsa bihêzkirina peywendiyan kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser civîna bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re got: “Me behsa bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Tirkiyeyê kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 16ê Cotmehê li Koşka Komarî ya Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê li ser tora civakî “X” de got: “Ez xweşhal im ku careke din li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyam.”

Herwiha got: “Me li ser çend mijaran gotûbêj kir, ji wan jî bihêzkirina aramiya navçeyê û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Tirkiyeyê re.”

Ji aliyê xwe ve, malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, “Her du alî li ser pêşxistina peywendiyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de gotûbêj kirin. Li ser çawaniya zêdekirina asta danûstandinên bazirganî, derfetên kar, veberhênan û sermayeguzariyên Tirkiyeyê li navçeyên cuda yên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, “Serokomarê Tirkiyeyê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeş ên her du welatan di hemû waran de kir. Her wiha amadehî û daxwaza sektora taybet a welatê xwe ji bo kar û veberhênana di warên curbicur û sektoran de nîşan da.”

Di mijareke din a hevdîtinê de, her du alî dilgiraniya xwe li hember rewşa aloz a Rojhilata Navîn û metirsî û encamên muhtemel ên li ser navçeyê nîşan dan. Di vê derbarê de hevnêrîn bûn ku divê her kes kar ji bo pêşîlêgirtina zêdekirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane bike.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, projeya rêya geşepêdanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê, metirsiya terorê û şerê li dijî DAIŞê jî hatin gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin
Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir
Amerîka Toleyên Nû Datîne ser Hizbullah û Rejîma Sûrî
Belgefilma Malmîsanij dê li Amedê bê nîşandan