Nêçîrvan Barzanî: Nabe desthilata dadwerî di bin bandora siyasî de be

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku nabe desthilatiya dadwerî di bin bandora siyasî û hizbî de be. Herwiha li gor Nêçîrvan Barzanî xelk wê demê pabendê yasayan dibe ku bawerî pê wê hebe dadwerî ne di bin zexteke derekê de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 8ê Kanûna 2021an beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokê Dadgeha Pêdeçûnê Ebdulcebar Ezîz Hesen bû û tê de gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, desthilata dadwerî li Herêma Kurdistanê rûbirûyî kêşe û tehedayên ciddî ye û divê bên çareserkirin û rê li ber hewlên destêwerdan û banodra siyasî li ser hin aliyîn desthilata dadwerî bê girtin.

Barzanî herwiha tekezê li ser girîngiya serxwebûna desthilata dadwerî û serweriya qanûnê kir û ew yek jî weke bingeha damezrandina pergala demokratîk û civaka pêşkeftî wesif kir

Di axavtina xwe de Barzanî bal kêşande ser rewşa desthilata dadwerî û kêşe û zehmetiyên ku rastî wî tên û tekez kir ku divê dadwerî di biryarên xwe de azad û bêalî be û got ku pêwîst e desthilata dadweriyê serbixwe be û nabe bi ti awayan li bin bandora siyasetê de be.

Barzanî dibêje: “Divê desthilata dadwerî bixwe dakokiyê li desthilata xwe bike ku bi yasayê hatiye parastin, û dê bixwe îradeya ciddî bo rûbirûna tehedayan hebe, herwiha ligel wê, gereke hikûmet û parlamento û hemû aliyên seyasî, hizbî, kargêrî û darayî jî rêzê li desthilata dadwerî bigrin û bi tu awayî destêwerdanê nekin.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku armanca wan ew ku li Herêma Kurdistanê hemû desthilat serbixwe bin û  destwerdanê di karûbarê hev du de nekin û wiha pê de çû: “Divê dadwer û saziya dadwertiyê serbixwe bin û bo wê yekê divê dadwer parastî bin. Divê desthilatdarîyên din û hemû alî rêzê li serbixweyiya desthilatdariya dadweriyê û serwerîya qanûnê bigirin û qanûn jî berî her tiştî be da ku hevwelatî baweriyê bi dadweriyê û qanûnê bînin. Herwiha divê serbixweyî û asayîşa darayî hebe û dûr be ji hemû gef û bêzarkirineke rasterast û nerast.”

Barzanî amaje bi yekê kir ku desthelata dadwerî gelek caran bûye mijara nakokî û propagande û şerê siyasî û medyayî li Herêma Kurdsitanê û got: “Hewl didin ku taneyan li pakiya wan bidin ku baweriya welatiyan bi desthilata dadweriyê lawaz bike.  Kêşe û tehedayê cidî di nava desthilata dadweriyê de hene û divê bêne çareserkirin û kêm û zêde hewla destwerdana desthilata dadweriyê tê dan û divê bê çareserkirin.”

Serokê herêma kurdistanê weha jî da xuyakirin, ku divê xelk ji wê yekê bawer be ku dadwer dûr ji guvaşên derve û bi wîjdana xwe yasayan bicîh dike ku welatî pabendî dadwerî û yasayê dibin ku bizanin azad û serbixwe ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'
Şeşo: Wê ji ser Çiyayê Şingalê êrîşî Îsraîlê bikin
Piştîwan Sadiq: Navçeya me di nava tunelekê de ye ku dawiya wê ne diyar e
Li Rojavayê Kurdistanê 'Komcivîna Kêmîneyan' hat sazkirin