Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye

.

Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî ya li Zaxoyê de got: “Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zaxoyê di 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî de gotarek pêşkêş kir û got: “Perwerdeya we di vê xuleyê de ji bo xebat û tekoşînê ye, ji bo parastina milet û Kurdistanê ye, lewra derçûna we ya îro ne qedandina xwendinê û wergirtina bawernameyê ye, belkî îro xizmet û erkê we bi saziyên hikûmetê re û xizmeta Kurdistanê dest pê dike.”

Nêçîrvan Barzanî got: "Ev erkê we, ji me hemûyan re şanaziyeke mezin e. Peyama neh mehên rahênan û fêrbûna we, ezmûnek dewlemend e ku we wergirtiye, da ku hûn îro xizmeta welatê xwe bikin.”

Herwiha got: “Bawernameya we ne tenê destkeftek akademîk e, bawernameya we peymana rûmet, sembola dilsoziyê û emaneteke mezin e ji bo xizmetkirina gel û welatê xwe. Nîşandana a,adehî û şiyana we ji bo xatirê welat, rizgariya gelê Kurdistanê ye.”

Amaje bi wê kir: “Hêzên Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye. Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Em spasiya Herêma Kurdistanê digihînin hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya hêzên Pêşmerge kir. Alîkariya wan a ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê, stratejî û diyarker bûye.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Em di wê baweriyê de ne ku DAIŞ hîn jî metirsî ye li ser asayîşa Iraq û navçeyê, ji ber wê jî gelek giring e û divê berdewam hevkarî di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de hebe.”

K24

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir