Nêçîrvan Barzanî: Peyamên mamosteyên di grevê de ne hatin wergirtin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa mamoste û karmendên di grevê de ne dike.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku peyam û daxwazên mamosteyên di grevê de ne bi temamî gihiştine aliyên pêwendîdar.

Serokê Herêma Kurdistan li ser greva mamosteyan daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got, “Ez ji nêzîk ve çavdêriya rewşa mamoste û karmendên di grevê de ne dikim ku çend roj in li Silêmaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêka meaş, dest ji xwarinê berdane.

Çareserkirina pirsgirêka meaş û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê daxwazeke rewa ye û em hemû piştgiriyê didin wê.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo vê mebestê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hewl dane.

“Rewşa tenduristiya xwe li ber çavan bigirin”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa dîplomasiya bi Bexdayê re jî kir û wiha got:

“Di vê çarçoveyê de bi xweşî di encama gotûbêj û têgihiştina her du aliyan û bi hevkariya aliyên pêwendîdar de guherîna yasaya budceya giştî ya federal hat pejirandin.

Hêvî heye ku pirsgirêka meaş û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi temamî werin çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî ji mamosteyan xwest greva xwe bi dawî bikin û wiha domand:

“Peyam û daxwazên mamoste û meaşgiran bi giştî û bi temamî gihiştine aliyên pêwendîdar.

Ez ji we dixwazim ku haya we ji tenduristiya we hebe û hûn dev ji grevê berdin

Em hemû aliyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Hikûmeta Federal a Îraqê re dê hewlên bidomîne.”

Li Silêmaniyê komeke mamoste û karmendan hefteyek e dev ji xwarinê berdane û tenê av û çayê vedixwin.

Tenduristiya wan têk diçe û tîmên tenduristiyê jî digihêjin hawara wan.

Mamoste û karmendên di grevê de ne dixwazin meaşên wan di dema xwe de were û belavkirina û pirsgirêka meaşan êdî bi yekcarî were çareserkirin.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin
Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî
Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da