Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî kir!

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya hilbijartina wî ya careke din wek serokê Partiya Dewa Îslamî ya Iraqê pîrozbahî li Nûrî Malikî kir.


Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya hilbijartina wî ya careke din wek serokê Partiya Dewa Îslamî ya Iraqê pîrozbahî li Nûrî Malikî kir.


Malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê eşkera kir ku duh (14.07.2019) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvendiyekî telefonî li gel Nûrî Malikî pêkaniye û ji ber helbijartina wî ya wek Serokê giştî yê Partiya Dewa Îslamiya Iraqê pîrozbahî lê kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.


Di wê peyvendiya telefonî de Malikî spasî û pêzanînên xwe bo serokê herêma Kurdistanê diyar kiriye û hêviya serkeftinê ji  bo Nêçîrvan Barzanî û herêma Kurdistanê û bi giştî Iraqê xwestiye.


 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne