Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand; hilbijartinên vê carê yên Iraqê ji aliyê teknîkî û kêmbûna sextekariyê ve yek ji hilbijartinên herî baş bû, ku heta niha di dîroka Iraqê de hatine kirin.
Nêçîrvan Barzanî beşdarî panela MERI bû û diyar kir: “Her çiqas rêjeya beşdariyê di proseya dengdanê de di asteke nizm de bû, ev zengilek bû ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê fêm bikin ku divê karên baştir encam bidin.”
Barzanî tekez kir ku divê destûra Iraqê were cîbicîkirin û nêrîna Bexdayê ya li hember Kurdan were guhertin, ji ber ku şêwaza danûstandina Bexdayê ligel Kurdan li ser bingeha federaliyê nîne û divê Kurd jî li Bexdayê yekrêz û yekhelwest bibin.
Li ser leşkerkêşiya Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Divê em vê pirsê bikin ku çima Tirkiye vî karî dike? Kêşeya sereke ya vê leşkerkêşiyê, PKK ye û bûye serêşiyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê. Tevî ku nikare li nav Tirkiyê ti çalakiyekê encam bide, alozî vediguhezîne nav axa Herêma Kurdistanê, ango sedema sereke ew e ku PKK van kêşeyan çêdike.”
Herwiha diyar kir: “Eger PKK van kêşeyan dirust neke, em gelek bi hêsanî û bi dengekî bilind dikarin ji Tirkiyê re bibêjin 'Mafê tune ye ku tu vî karî bikî'. PKK ne rêz li biryar û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre, ne pabendî ti biryareke Parlamentoya Kurdistanê bibe, ku ji destpêkê ve gelek eşkere dijayetiya parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, divê em ji Tirkiyê li benda çi bin! Loma divê PKK siyaseta xwe ji ber çavan derbas bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe jêdera êrîşê, ne ji bo Tirkiyê û ne jî ji bo Îranê.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ne tenê li sînor, li nav Iraqê jî PKK bûye serêşî û sedema sereke ya cîbicîknekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye.”
K24