Nêçîrvan Barzanî: Rêya çareserkirina pirsgirêkan bicihanîna destûrê ye

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) Dr. Mihemed El Hesen pêşwazî kir.

Dr. Mihemed El Hesen wekî nûnerê nû yê UNAMIyê yê Îraqê dest bi kar kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Dr. Mihemed El Hesen kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo erka UNAMIyê dûpat kir.

Her wiha Dr. Mihemed El Hesen ji ber ziyareta Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî daxûyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Dr. Mihemed El Hesen hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa pêkhateyan û bi taybetî jî rewşa Kurdên Êzidî gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariyên UNAMIyê yên li Komsîyona Serbixwe û Bilind a Hilbijartinan a Îraqê spasiya Dr.Mihemed El Hesen kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî de tekez kir ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan bicihanîna destûrê û parastina aramiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku bi saya bicihanîna destûrê dê aramî vegere Îraqê û Kurdên Êzidî jî dê vegerin nava mal û milkên xwe.

Her wiha di civînê de çend mijarên din hatine gotûbêjkirin

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir