Nêçîrvan Barzanî: Seîd Yûsif dê her tim di bîra me de zindî bimîne

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em bi koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif pir bi ber ketin. Wî hemû jiyana xwe da hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir” û tekez dike, “Ew dê her tim di bîra me de zindî bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hunermendê Kurd Seîd Yûsif peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em bi koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif pir bi ber ketin. Wî hemû jiyana xwe da hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha amaje bi wê dike, Seîd Yûsif, “li pey xwe sermayek mezin û dewlemend a hunerî hişt” û tekez dike, “Ew dê her tim bi deng, awaz û bi hunera xwe ya bilind di bîra me de zindî bimîne.”

Piştî xizmeteke dûr û dirêj bo hunera Kurdî, hunermendê navdarê Kurd Seîd Yûsif îro li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê li Tirkiyê koça dawî kir.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne