Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump li Parîsê civiyan

.

Serokê Herêma Kurdistanê li Parîsê bi Serokê hilbijartî yê Amerîkayê re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê ya ji bo vekirina Katedrala Notre Dameyê tevî 50 serok û serkirdeyên cîhanê li Parîsê bû Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re civiya.

Piştî merasîma vekirina katedralê, Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê tevlî şîva ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo mêvan û beşdarên merasîmê dabû amadekirin, bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku vexwandin û beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya di vê merasimê de nîşana dostayetî û pêwendiyên bihêz ên Fransa û Herêma Kurdistanê raber dike.

Serokatiya her wiha anî ziman ku li herêmê û di pêwendiyên dîplomatîk ên navneteweyî de girîngiya Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Nêçîrvan Barzanî piştî beşdariya merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê li Parîsê got:

“Ji bo vê destkeftiyê mezin ez pîrozbahiyê li hevalê xwe Serok Macron dikim.”

Katedrala Notre Dameyê ya Parîsê ku sala 2019an şewitî, piştî xebatên 5 salan a nûjenkirinê doh ji nû ve hat vekirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir