Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan yekkirina hêzên Pêşmergeyan gotûbêj kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Kevin Leahy li hev civiyan.

Di civînê de, pêvajoya çaksaziya yekkirina hêzên Pêşmergeyan û gavên wê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Kevin Leahy daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa ewlehiyê ya li Îraq û Sûriyeyê, gefên DAIŞê û mijarên têkildarî aramiya herêmê bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Her du aliyan girîngiya hevkariya di navbera Hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya di têkoşîna li dijî DAIŞê de anî ziman.

Pêvajoya çaksaziya hêzên Pêşmergeyan berdewam dike

Hat ragihandin ku yek ji mijarên sereke yên civînê pêvajoya çaksaziya di Wezareta Pêşmergeyan de bû.

Bi taybetî gavên ku dê ji bo yekkirina firqeyên 3 û 4an ên Piyade yên Wezareta Pêşmergeyan bên avêtin hatin gotûbêjkirin.

Her wiha, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bandora wan a li ser herêmê jî di nav rojevên civînê de bûn.

Kurdistan Haberleri

Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'
Hevdîtina di navbera Îran û Amerîka de ya li Romayê bi dawî hat
15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê