Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev tekeziyê li ser pêşxistina pêwendiyan dikin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Piştî ku îro 18ê Tîrmeha 2023an bi serdaneke fermi gihîşt bajarê Baku Paytexta Azerbaycanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi germî ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve li Koşka Komarî pêwazî lê hate kirin.”

Diyar kir jî, “Di civîneke dostane de her du aliyan tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hate kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî, geştiyarî û enerjiyê de û derfetên veberhênanê ji bo kompanyayên Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin.”

Her wiha tekezî li ser giringiya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê hate kirin, ku berî niha biryar hatiye dayîn û behsa rêkaran hatibû kirin, ji bo di demeke nêzîk de bê vekirin û kar ji bo pêşxistina pêwendiyan û hevkarîkirina her du aliyan bike.

Her wiha di civînê de, dawîn rêkar û pêngavên geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Baku de û Baku li gel Bexda û çend navçeyên din ên Iraqê, hêsankirina dayîna vîze û pevguhertina serdan û şandên her du aliyan hatin gotûbêjkirin.

Piştre di civîneke din de ku bi amadebûna şandên her du aliyan û beşdariya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Bakuyê hat lidarxistin. Kanalên pêwendiyê û rêkarên şopandina mijarên hevdîtina her du serokan ji bo pêşxistina pêwendiyan hatin gotûbêjkirin û biryarên pêwîst hatin standin.

K24

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn