Nêçîrvan Barzanî û Macron li ser pêşhatên dawî axivîn

.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Fransayê bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî û li ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron şeva borî bi rêya telefonê pêk hat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got:

“Her du aliyan girîngiya hewlên ji bo parastina aramî û îstiqrara li herêmê dubare kir.

Her wiha berdewamiya diyaloga Herêma Kurdistanê ya li gel Hikûmeta Federal a Îraqê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo aramiya Îraqê wekî tiştekî girîng nirxandin.”

"Serok Nêçîrvan Barzanî spas kir"

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand:

“Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgirî û rola dostane ya Fransa û Serok Macron a di alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê de bi taybetî di rojên zehmet de spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê dubare kir.

Her wiha wî amaje pê kir ku gelê Kurdistanê ti carî alîkariyên Fransayê ji bîr nake.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:

“Serok Macron jî dubare kir ku Fransa dê berdewam piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê bike û got ku Fransa bi girîngiyeke mezin li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Her wiha wî pesnê hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aramî û çareserkirina pirsgirêkan da.”

Her wiha di hevdîtina telefonî de:

“Serok Macron serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û her du alî li ser hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivîn.

Her du alî li ser giringiya parastina mafên pêkhateyan li Îraq û Sûriyeyê hevbîr bûn û li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê tekez kirin û çend mijarên din ên girîng nirxandin.”

Kurdistan Haberleri

AMED - DTSOyê ciwan û kompanyayên dijîtal gihandin hevdû
Tulsi Gabbard: Ew kesê li Sûriyeyê desthilat e Îslamîstekî tundrew e
Li Dêrsimê tevî nerazîbûnan ‘Tesîsa Jêbirina Gilêşê’ tê avakirin
HRW: Dibe ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê tawana şer kiribe
Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû