Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî êrîşên terorî yên Vîyena û Kabûlê şermezar kirin

.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa terorî ya şeva borî li paytexta Avustirya Vîyaneyê û êrîşa ser Zanîngeha Kabûl a Afganistanê şermezar kirin û sersaxî xwestin.

Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê êrîşa terorî ya Vîyaneyê de peyamek weşand û got,  “Êrîşa terorî ya derengiya şeva borî, li Vîyenayê li dijî sivîlan hatiye kirin şermezar dikim. Sersaxiyê ji gelê Avustiryayê û malbatên qurbaniyan re dixwazim. Rehmet li kesên jiyana xwe ji dest dane be û ji bo birîndaran jî hêviya silametiyê dikim.”

Nêçîrvan Barzanî di peyameke din de jî êrîşa Zanîngeha Kabûlê şermezar kir ku bi dehan xwendekar hatine kuştin.

Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got, “Li ser êrîşên hovane yên li Vîyane û Kabûlê hevsoziya xwe digihînim gelên Avustirya û Afgan. Dilê min bi mexdûran, malbatên qurbaniyan û berpirsên wan welatan re ye. Terorîzm gefeke gerdunî ye. Li hember van êrîşan divê em yekrêz bin.”

Di encama êrîşa şeva borî ya li Vîyaneyê de 4 kes hatibûn kuştin û bêhtirî 17 kes jî birîndar bûbûn ku rewşa hinek birîndaran giran e.

Hikûmeta Avustirya ragihandiye ku guman heye êrîş ji aliyê alîgirên rêxistina terorîst DAIŞê ve hatiye kirin û hin êrîşkar jî hatine desteserkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn