Nêçîrvan Barzanî û Nadya Mûrad rewşa Şingalê gotûbêj kirin

.

Di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munîhê ya li Almanyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel xwediyê xelata Nobelê ya aştiyê, çalakvana Êzîdî Nadiya Murad civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Murad de daxuyaniyek da.

Hat destnîşankirin ku hevdîtin di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya ku do li Almanyayê hat lidarxistin de pêk hat.

Di civînê de hate ragihandin ku rewşa niha ya Êzîdiyan û Şengalê û geşedanên dawî yên li ser hewldanên azadkirina Êzîdiyên revandî hatin gotûbêjkirin.

Li aliyê din hat diyarkirin, di hevdîtinê de rewşa penaberên Êzîdî jî hatiye axaftin û rewşa Şengalê û avakirina Şengalê hatiye axaftin.

Herwiha bal hat kişandin ser girîngiya alîkariya navneteweyî ya ji bo Êzîdiyan û herêma Şengalê.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye