Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya

 

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Tirkiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û herdu serok niha di civînê de ne.

Îro roja înê 04.09.2020an danê sibê û di demjimêr 09:30 de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyabû.

Derbarê vê civînê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyekbelav kir û têde ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna pandemiya Coronayê nîşan da û tekez kir, ji bo wê yekê Enqere dê alîkariyê tendirustiyê bo Hewlêrê bişîne.

Herwiah di daxuyaniyê de hatiye gotin, peywendiyên Hewlêr-Bexda û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên DAIŞê û rûbirûbûna wê, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û çend mijarên din ên giring bo herdu aliyan, aliyekê din ê civînê bû.

Herwiha Şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, Rêveberê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa pêk hatiye.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e