Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê civiyan

.

 Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê civiyan. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Ew hemfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê dê bibe alîkar ku aramiya siyasî û aborî li Iraqê pêk were.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 9ê Adara 2023an li Ebû Dabiyê bi Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Di civîna dostane de peywendiyên Iraqê, bi taybetî Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, warên hevkariyên hevbeş û pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.”

Roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an, Konsulê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê serdana Nêçîrvan Barzanî kir û vexwandina fermî ya ji bo serdana Îmaratê bike da wî. Nêçîrvan Barzanî gotibû ku ew dê vexwendnameyê bi kêfxweşî qebûl bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna îro ya her du serkirderyan destnîşan kir ku di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di hemû waran de hat kirin û behsa derfet û mercên sermayeguzariya zêdetir a di navbera Îmaratê û Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayed Al Nehyan pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du alî li ser wê yekê hevfikir in ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê dê bibe alîkar ku aştî û aramiya siyasî û aborî li Iraqê pêk were û derfetên berfirehtir ji pêşketinan re veke.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn