Nêçîrvan Barzanî û Victoria Taylor civiyan

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê bi Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Taylorê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî û Victoria Taylor li ser pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên ku hîn berdewam dikin jî axivîne.

Li gorî daxuyaniyê. mijareke din a hevdîtinê de, her du aliyan behsa rewşa herêmê û bandorên wê ên li ser Îraq û Kurdistanê kiriye di vê derbarê de wan tekezî li girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî û Taylor li çend mijarên din ên girîng ên hevbeş jî axivîne.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan