Nêçîrvan Barzanî xelkê Helebceyê pîroz kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ragihandina Helebceyê wekî parêzgeh, pîrozbahî li xelkê Helebce û Herêma Kurdistanê kir.

Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê pesend kir û ew bajarê Herêma Kurdistanê bû 19emîn parêzgeha Îraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi minasebeta dengdan û pensedkirina îro a ji aliyê Paralementoya Îraqê ve ya li ser parêzgehbûna Helebceyê, bi germî pîrozbahiyê li xelkê Helebceyê û tevahiya Herêma Kurdistanê dikim.

Spas û pêzanîn û destxweşiyê pêşkêşî Parlamentoya Îraqê û hemû aliyên li Herêma Kurdistanê û Îraqê dikim ku di vê pêvajoya dirêj de bi me re bûn alîkar û piştgir.

Ev jî ji bo me û hemû gelê Kurdistanê cihê dilxweşiyeke mezin e.

Ji bo xizmetkirina çêtir a ji bo xelkê Helebceyê, me zû li Herêma Kurdistanê pêvajoya parêzgehkirina Helebceyê dest pê kir.

Temambûna îroyîn a rêkarên li Îraqê û naskirina wê wekî parêzgeh a bi fermî, kêmtirîn xelata qurbanî û êş û azarên Helebceyê û xelkê wê yê têkoşer e.

Em hêvîdar in ku di hemû waran de bibe sedema baştirkirina jiyan, refah, geşbûn, nûbûn û bipêşketina Helebceyê.

Erkê me hemûyan e ku bêyî kêmsî, xizmeteke tam û kêrhatî pêşkêşî Helebceyê bikin.

Her di vê boneyê de, em bi rêz û pêzanînê şehîdên Helebceyê û hemû Kurdistanê bi bîr tînin û silav û duayên xwe ji bo giyanê wan ê pak dişînin."

Parêzgehbûna Helebceyê:

Parlamentoya Îraqê îro ji bo parêzgehbûna Helebceyê kom bû.

Di rûniştina parlamentoyê de 178 parlamenter amade bûn

Pişt dengdanê, parêzgehbûna Helebceyê hat pesendkirin û Helebce bû 19emîn parêzgeha Helebceyê.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Ez Dihok Sporê Pîroz Dikim
Dihok bû şampiyon
PWK Li Amedê Beşdarî Komxebata Egîtîm-Senê Bû
Nivîskar di şevê de hatin gel hev
Kerkûk: 900 hezar donim erdên dagirkirî tên vegerandin