Nêçîrvan Barzanî: Zanyariyên xwe ji bo xizmeta welatê xwe bi kar bînin

.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûna xwendekaran de bangî xwendekaran kir û ji wan xwest ku zanyariyên xwe ji bo xizmeta civak û welatê xwe bi kar bînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî 29emîn merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihokê bû.

Merasîm li Stada Dihokê hat lidarxistin û 5 hezar û 51 xwendekarên 19 beşên cuda yên Zanîngeha Dihokê tevlî beşdarî merasîmê bûn.

Nêçîrvan Barzanî ji xwendekaran re diyar kir ku ew bawername ne tenê nîşana serkeftina we ya pîşeyî û akademîk e nîşaneya serkeftina welatê wan e jî.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji wan derçûyan kir ku ne tenê di warê perwerdeya akademîk û pîşeyî de, di warên civakî, çandî, aborî, îdarî û siyasî yên Herêma Kurdistanê de jî guhertinan çêkin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku perwerde bingeha sereke ya bipêşketina her civakekê ye.

Barzanî da zanîn ku her civaka ku tenduristî û geşepêdanê bixwaze, divê ji perwerdeyê dest pê bike.

Nêçîrvan Barzanî ji xwendekarên derçûyî xwest ku bi berdewamî xwe ji nûtirîn pêşhatên zanistî yên cîhanê re nûjen bikin û girîngiyê bidin mijarên ku îro di cîhanê de balkêş in.

"Hewcedariya welat û civakê bi mirovên jîr û nûjen heye"

Nêçîrvan Barzanî behsa bipêşketinê kir û wiha axivî:

"Pêwîst e zankoyên me bibin beşek ji zanîngeh û navendên zanistî yên cîhanê û girîngiyeke cidî bidin zanistên mirovî.

Divê zanîngehên me di hemû warên jiyanê de guh bidin teknolojî û hişê çêkirî û pir baş li ser derfet û metirsiyên niha û pêşerojê bisekinin.

Guherîna avhewayê îro yek ji wan mijaran e ku herî zêde tê nîqaşkirin û Îraq jî yek ji wan welatan e ku guherîna avhewayê bandor lê kiriye.

Pêwîst e mijara guherîna avhewayê û çawaniya çareserkirin û kêmkirina metirsiyên wê pir cidî bê dîtin.

Di cîhana tevlîhev û dijwar a îroyîn de, hewcedariya welat û civakê bi mirovên jîr û nûjen heye ku bikarin bi awayekî rexnegir û avaker bifikire û çareseriyên nûjen ên zanistî bibîne.

Divê hûn ne tenê di xwendina xwe ya pîşeyî û akademîk de, di jiyana civakî, çandî, aborî, îdarî û siyasî ya Kurdistanê de jî ferq û cuda bin.

Divê hûn bibin balyozên guherîneke nû ya erênî û zanîn û pisporiya xwe nîşan bidin ku jiyan û rewşa civakê baştir bikin.”

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir