Li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên aliyên Kurdî yên ji bo pêkanîna yekrêziyê rojeva sereke ye ku duh Balyozxaneya Amerîka ya li Şamê jî tekez kir, “Amerîka piştgîriya diyaloga Kurdî-Kurdî dike.” Hemwelatî jî çaverê ne ku aliyên Kurdî bigihijin rêkeftinê û bi hev re deverê û mafên gelê Kurd biparêzin.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî derbarê diyaloga aliyên Kurdî de xwedî nêrînên ciyawaz in ku beşek bihêvî û beşek jî ji serketina wan bêhêvî ne û bi giştî dibêjin “berjwendiyên hizbî” asteng in li ber yekbûnê.
Herwiha beşek ji hemwelatiyan jî rexneyên tund li aliyan digirin bi sedema ku heta niha negihiştine rêkeftinê û daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku rêkeftina wan nêzîk be û li hember gefên li ser deverên Kurdî rawestin.
Li ser sedema pêknehatina rêkeftineke giştî di navbera aliyan de hemwelatiyek dibêje, “Eger partiyên Kurdî hiza berjwendiyên xelkê kiriban niha nêzikî hev bûbûn.”
Hemwelatiyek din jî porseya niha ji nêzîkbûnê zêdetir wek “dûrbûn”ekê dibîne û dibêje, “Ti hêviyek tune ye li cem xelkê ku yekbûnek çêbibe. Partiyên Kurdî wek mejiyekî teng ê hizbayetî difikirin ne ku wek Kurdayetî.”
Hemwelatiyek din jî sedema lihevnekirinê girêdide bi “berjewendiyên hizbî” û dibêje, “Dema partî bûn yek, berjwendiya xelkê bi serdikeve û wê demê berjwendiya partiyên biçûk namîne. Divê alî bibin yek.”
Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li gel hinek aliyên opozisyona Sûriyê danûstandinê dike û hemwelatî vê yekê erênî dibînin lê bi mercê ku navmala Kurdî yek be “ji bo ku di warên siyasî û leşkerî de bihêz bin.”
Piraniya xelkê diltengin û dibêjin, divê diyaloga navbera aliyên Kurdî de serbikeve ji bo ku bikarin bi hev re li gel aliyên hikûmet û opozisyona Sûriyê danûstandinê bikin.
Hemwelatiyek dibêje, “Divê hemû aliyên Kurdî bigihin hev û bi yek şandê dakevin qadê. Lê dema dû beş bin lawaz dibin, ti kes tiştekî nade Kurdan.”
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê di daxuyaniya xwe de tekez kiribû, “Diyaloga Kurdî-Kurdî alîkariya proseya berfireh ya siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî dike. Amerîka piştgîriya diyaloga Kurdî-Kurdî dike û dixwaze pêşde biçe.”
Li jêr çavdêriya Amerîkayê, ku tê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK), bi destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dest bi danûstandinan kiribûn.
Li ser daxwaza Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî, gerên diyaloga Kurdî-Kurdî Nîsana 2020an hatin destpêkirin.
Roja 16ê hezîrana 2020ê, herdu alî gihiştin Nêrîneke siyasî hevbeş û lihev kirin ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe zemîna wan danûstandinan.
Piştî rêkeftina li ser nêrîna siyasî ya hevbeş, herdu alî gihiştin rêkeftinê ku lêvegera siyasî ya Kurdî ji 32 kesan pêk bê.
Li gor zanyariyan biryar e naverasta vê mehê danûstandinên ENKSê û PYNKê careke din destpê bike. Şanda Amerîkî nêzîk vedigere Rojavayê Kurdistanê ji bo ku qonaxa sêyem ya danûstandinan destpê bike. Vê carê, pirsên Rêveberî û Leşkerî têne gutûbêjkirin.
Xoşnav Naso, Endamê Encûmena Xwecihiya PDK-Sê ji Rûdawê re ragihandibû, “Derdora 15 rojên din şanda Amerîkî dê bê û em li bendê ne. Em dê berdewam bin li ser danûstandinê. Hêviya me heye em bigihijin asteke baş.”
PYNK û ENKSê heta niha li ser prensîpên siyasî, Lêvegera Siyasî lihev kirin, Lêveger 40 bi 40 di navbera herdu aliyan de ye û 20ê mayî jî nîv bi nîv ji bo partiyên dervey xwe destnîşan dikin.
Li aliyê din Ebdulkerîm Mihemed, Endamê Polîtburoya PDK-Sê ji Rûdawê re aşkere kir ku dema roja 15/12/2020ê, nûnerên Amerîkî ligel PYNK û ENKS civiyan, wan soz dabûn ku di hefteya yekem ji vê mehê de vegerin û dest bi danûstandinan bê kirin.
Destpêkirina sêyemîn qonaxa danûstandinên ENKS û PYNKê yek ji mijarên herî balkêş e, li Rojavayê Kurdistanê.
Daxuyaniya Mezlûm Kobanî derbarê encamdana hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vê salê de, aliyên siyasî xistine nav tevgerê û mijara danûstandinê di rojeva siyasî de germ kiriye.
(Rûdaw)