Yusuf Kaynak
Roman cureyekî edebî ye ku bi gelemperî bi şêwaza prozê/rastnivîs/pexşanî têt nivîsandin, çîrokî ye, nisbeten dirêj e, serpêhatiyên mirovan an jî heyînên ku taybetmendiyên mirovî jê re hatine dest nîşan kirin, bi xêzekê vedibêje û bi gelemperî di formeke/şekleke pirtûkê de tê weşandin. Roman celebek wêjeyê ye di platformên navneteweyî û akademîk de wekî hunera pêncemîn jî tê pejirandin.
Li gorî dirêjahiya xwe rasterast, potansiyeleke wê heye ku gelek çîrokan jî di xêzkirinê de bihewîne. Her çend di pêvajoya dîrokî de cureyên helbestî yên wekî romana beytê an çîrokê beytê hebin jî, romana serdema nûjen bi gelemperî di şeklê prozê de ye.
Romanê bi giranî bi rêza kronolojîk û bi mantiqî tê vegotin; lêbelê, li gor tercîha nivîskar, berhemên ku bi şiklê gerandina li paşerojê û li rojê borîn tên efsanekirin an jî xwedî naverokeke pûç in jî gelek caran rastî wan tên. Giraniya hestyarî ya romanê li gor cure û dema xebatê dibe ku diguhere. Mînak berhemên ku di serdema romantîk de hatine nivîsandin li ser hestan radiwestin, yên di serdema xwezaparêziyê de jî armanca wan ew e ku xweza û mirov weke ku ne bi nav bikin. Lê ji ber ku mirov bi xwezaya xwe heyînek hestiyar e, her tiştê ku nivîskar di metnê de dihewîne, bêguman şopên paşeroja nivîskar û cîhana hestyarî hildigire. Çend cureyên romanan, wek romanên dîrokî, romanên siyasî û romanên realîst ên civakî, dibe ku ji nêz ve bi geşedanên civakî û siyasî re têkildar bin û li ser jiyana mirovên asayî bisekinin. Lebê; hin cureyên wekî honaka zanistî, xeyalî/fikşîn, çîroka gotîk ji rastiya îroyîn wêdetir in. Hin cureyên romana gelek caran hêmanên lehengiyê bikar tînin.
Li gorî dema xêzkirinê, carinan cihên asayî yên wekî qesr û qadên şer, kolan, xanî û meyxane têne bikaranîn û carinan jî cihên derveyî rastiya îroyîn wekî feza, binerd, cîhana xeyalî an gerdûna xeyalî têne bikaranîn. Li gorî cins an demê hin roman zimanek şêrîn bikar tînin, hinên din jî zimanekî sade bikar tînin.
Romana nûjen weke çandeke ku dixwaze xurafeyan ji felsefe û hunerê derxîne û li şûna wan aqil û heqîqetê bixe, derketiye ser dika dîrokê. Lêbelê, bi demê re, ew ji vê mîsyonê xilas dibe. Ji ber ku nivîskar nikare ji civaka ku tê de dijî, roman ji nêz ve bi dîrok û pêşketina civakan ve girêdayî ye. Yekemîn cureya hunerê ye ku mirov weke heyîneke civakî û dîrokî ve mijûl dibe. Berhema Japonî ya bi navê ''Çîroka Gencî'' ji destpêka sedsala 11an de maye û bi awayekî xeyalî pêş ketiye, carinan wekî romana yekem ya dîrokê tê hesibandin, her çend beriya wê jî nivîsên dirêj ên xeyalî heb in!. Belavbûna pirtûkên çapkirî li Çînê bû sedema çêbûna romanê Çînî yên klasîk ji aliyê Xanedaniyan. Paşê geşedanên bi belavbûna çapxaneyê pêk hatin. Miguel de Cervantes, nivîskarê Don Kîşot, beşa yekem di 1605an de çap kir, pir caran wekî romannivîsê ewropî yê yekem ê serdema nûjen tê binav kirin.
Pêşketinên teknolojîk rê li ber çapkirina romanê li deverên neçapkirî vekir. Mînakên vê pirtûkên dengî, e-pirtûk, romanên malperê ne. Formek a din a ne-kevneşopî a çîrokê romanên grafîkî/kartonî ne. Ev guhertoyên komîk ên berhemên çîrokan eslê xwe di sedsala 19an de ne, lê tenê vê dawiyê belav bûne.
Cûdahiya di navbera roman û kurteçîrokê de
Roman ji hêla stîlîstîkî/şêwazî de ji çîrok an kurteçîrokê dirêjtir be jî, hin cûdahiyên xeyalî hene!. Roman ji pirbûna peyvan dikare di warê xêzkirin û cihêrengiya karakteran de sînoran dêxe. Roman dikare gelek çîrokan bi kar bîne. Di vê perspektîfê de mirov dikare bibêje roman piralîye û çîrok jî kêmtir e. Di romanê de em dikevin nava malbata ku tê vegotin. Em bi wan re dijîn, em dibin yek ji wan. Di çîrokê de em di ber mala ew malbat lê dijî re derbas dibin, wana hemî di pencerê re dibînin.
Di platforma navneteweyî de navê romanê ji bo binavkirina çîrokên dirêj tê bikaranîn. Di derbarê hejmara peyvan de ku roman û çîrokê ji hev cuda dike de rêgezek hişk tune. Komeleya Nivîskarên Zanistî û Fantazî ya Amerîkayê, rêxistineke neqezenc, berhemên ji bo Xelatên Nobela hatine şandin wekî romanên bi 40.000 peyvan an zêdetir û romanên di navbera 17.000 û 40.000 peyvan de dabeş kirin.
Roman ku ji çîrokê dirêjtir be û bûyerên ku di çîrokekê de diqewimîn an jî dikarin bên jiyîn bi diyar kirina cih û demê vedibêje roman.
Hem di romanê de hem jî di çîrokê de hêmanên bûyer, kes, cih û demê hene. Berevajî kurteçîrokan, di romanan de bi berfirehî behsa van hêmanan tê kirin. Teswîr û vekolînên derûnnasî di romanê de ji çîrokê zêdetir cihek tê dayîn.
Bûyerên di romanê de ji taybetmendiyên lehengên romanê derdikevin.
Planên romanan ji têkiliyên sedem-encamê yên di navbera bûyeran de çêdibin.
Li gorî mijarên roman; li ser cureyên wekî romana civakî, romana serpêhatî, romana dîrokî (romana pîkaresk, romana hestyarî, romana gotîk, romana derûnnasî, romana exlaqî, romana pêkhatinê), romana biyanî, romana nû, romana fantastik, romana hestyari, romana impresyonîst, romana ekspresyonîst, romana psîkolojîk, romana detektîf, romana bîografîk û otobiyografîk tê dabeş kirin.
Yusuf Kaynak, Lahey, 29.09.2022
Ev romana min a nû ye hun dikarin ji ''Na Yayinlari/ Weşanên Na'' bixwazin!;
Navnîşan: Kemeraltı Çarşısı Güzelyurt
Mah. 920/1 Sok. No. 28
Piyaleoğlu Çarşısı, 35290
Konak /İzmir- Türkiye
Tel.: 0090- 507 319 72 85
nayayinlari.com
whatsapp.:+90 535 591 58 20