Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû behsa roketên ku ji Xezzayê bo ser wan hatine avêtin kir ku di êrîşa roketan de 2 jinên Îsraîlê miribûn. Netenyahû got ku dê şiddeta êrîşên hewayî yên ser Hamasê zêdetir bikin.
Netenyahû piştî civîna bi rêvebirên xwe yên leşkerî re kir axifî û got:
“Em bi mirina 2 jinên Îsraîlê xemgînin. Bila hemû hemwelatiyên me guh bidin fermanên me yên ewlehiyê. Bi şêweyekî ku Hamas qet texmîn nake, em ê li wan xin.”